ROJEVA 14'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Tîrmeha 2019'an.

- Berxwedana PKK'ê ku 14'ê Tîrmeha sala 1982'an bi 'Rojiya mirinê ya mezin' dest pê kir û veguherî pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, di salvegera 35'an de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn veguheriye berxwedaneke girseyî.

- Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê axivî û hişyarî da PDK û YNK'ê. Dr. Berwarî got, "Yên destpêkê bikevin û nikarin rabin ser xwe wê hûn bin" û bi vî rengî PDK û YNK hişyar kir.

- Koma Amara ji bo Berxwedana Xakurkê straneke nû amade kir. Endmaên komê gotin, "Huner li dijî zilmê şerê herî mezin e."

- Hate ragihandin, lîderê rûhanî yê Katolîk Papa Franciscus wê Sibata 2020'an dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn bike û serdana Hewlêrê jî bike.

- Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, wê der barê fezayê de fermandariyeke leşkerî bê avakirin.