ROJEVA 14'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Mijdara 2018'an.

- Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê da û got, gelê Kurd bi çavê DYA'yê li pêşengên xwe nanêre.

- Parlamentera Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke li ser biryara rêveberiya DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê axivî û got, "DYA dixwaze şerê navbera Tirkiye û PKK'ê kûr bike."

- Hin sazî û komeleyên 'civaka sivîl' ên AKP'î ku beriya hilbijartinên xwecihî ketine nava liv û tevgerê, bi rêya şantaj û gefan li Wanê jinan dikin endamên AKP'ê.

- Karwana koçberên ji Amerîka Navîn, piştî rêwîtiya mehekê roja Sêşemê berê xwe dan herêma Tîjûana ya li rojavayê Meksîkayê ye û li ser sînorê DYA'yê ye.

- Şîdeta nava malbatê her 15 rojan carekê li Swîsreyê rê li ber mirina mirovekî vedike. Piraniya mirovên dimirin jî jin in.

- Fûara Pirtûkan a Stenbolê dest pê kir, lê li gorî salên bihurî eleqeya jê re kêm bû.

- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da û diyar kir ku antîbiyotîk gelekî zêde tên bikaranîn.