ROJEVA 13'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Mijdara 2018'an.

- Endamê Komîteya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê da û got, gelê Kurd wê vê yekê ti carî qebûl neke. Têlo bang li DYA'yê kir ji bo ji biryara xwe vegere.

- Hevseroka KCD'ê Guven ku ji 8'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye, peyam da û got, "Bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya qebûlkirin û hevkariya vî sûcî."

- Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê daxuyaniyeke hevpar dan û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê şermezar kirin.

- Wênekarê Kurd Omer Eken li Şanoya Bajarê Amedê pêşangeheke bi navê 'Wêneyên Demê' vekir û got, li gel zor û zehmetiyan jî wê berê xwe nede Ewropayê.

- Li gorî saziyên alîkariyê yên navneteweyî, eger tedbîr neyê girtin wê heta sala 2030'î nêzî 11 milyon zarok ji ber zatûreyê jiyana xwe ji dest bidin.

- Tevî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê neqediya ye û aramî pêk nehatiye, hikumeta Elman a federal vegerandina penaberên Sûriyeyî xiste rojeva xwe. Biryar wê piştî rapora Wezareta Karên Derve ya dawiya vê mehê bê dayin.

- Li Misrê kêzik, pisîk û marên mûmyakirî yên berî 6.600 salî hatin dîtin.