ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê wê bêne şopandin.

Hêlîn Umît diyar kir ku qirkirin û tenêhiştina li gelê Kurd tê ferzkirin ji qirkirina li ser gelê Fîlîstînê girantir e û got, "Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe ya azadiyê bi dengekî bilind bigihînin cîhanê, rêxistiniya xwe bi pêş ve bibin."

Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mûşê Sirri Soylemez got, "Li vî bajarî tenê nelrêtî û xizmeta ji bo rantê heye. Em ê pêşî li vê bigirin. Em ê bajarê xwe jinûve rakin ser piyan."

Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Bedlîsê Mehmet Nezîr Karabaş destnîşan kir ku AKP vê carê bi fen û lîstikan jî wê nikaribe şaredariyê bi dest bixe û got, "Hêza me heye ku em bi ser bikevin."

Gerîlayan diyar kirin ku bi keda mezin a Rêberê Gelê Kurd ew gihîştin vê astê û gotin, "Weke hêzên azadiyê yên jinê yên Kurdistanê em ê hêjayî keda Rêber Apo bin."