ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Parastin û dûvika wê Yekîneya Antî Terorê ya PDK'ê amûrên xanedaniya Barzanî ne, ku ji bo fetisandina şoreşa Bakurê Kurdistanê bi her awayî tifaqê bi dewleta Tirk re dike.
Wekîla berê ya li sirgûnê Nûrsel Aydogan anî ziman ku pêvajoyên Oslo û Îmraliyê nîşan dan ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe.
Koma şano ya li Efrîn-Şehbayê Afirînerên Hêviyê lîstika xwe ya 'Tîrêj' li Festîvana Şano ya Kerkûkê nîşan da ku di 4-8'ê Îlonê de hate lidarxistin.
Zozan û çêrgeha ji 4 hezar û 500 dekarî ya li navçeya Şax a Wanê pêşkêşî cerdevanên li Şirnexê hate kirin. Her wiha piştgiriya çandiniyê jî ji cerdevanan re hate dayin.