ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Malbata Barzanî û PDK'ê ti carî azadî û serxwebûna Kurdistanê neparastin. Gotina xwe ya 'avakirina dewleta Kurd' jî derew e. Lewma her tim li hemberî PKK'ê bi hêrs bû. Rêze nivîsa Berxwedan Behdînan

Seroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan Gulseren Yolerî got, Saziyên Çavdêrî û Îdareyê ew sazî ne ku ji bo astengkirina berdana bi şert a girtiyan hatine avakirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 860 hezar xwendekar bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin. Ji bo pêşketina mufredat û zimanê Suryanî karên Olaf Tao dewam dikin. Zarokên Ermen jî piştî temambûna mufredatê wê tevlî sîstema perwerdeyê bibin.

Jiyana her fedaiyên Kurdistanê destaneke bêdawî ye. Yek ji wan lehengan jî Destîna Botan bû. Heta nefesa xwe ya dawî gel û xaka xwe parast.