ROJEVA 1'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.
- Li gorî Amediyan, koalîsyona AKP-MHP'ê fêhm kir ku eger hilbijartinê di dema xwe de bike wê winda bike, lewma dema hilbijartinê anî pêş, lê tevî vê yekê jî wê encam neguhere.
- Çemê Anzele yê li navçeya Sûr a Amedê her sal vî çaxî zarokan li dora xwe dicivîne. Ava ku weke derman tê dîtin, bi zarokan şên bûye.
- Koordînasyona KJK'ê li ser 1'ê Gulanê daxuyaniyek da.
- Li Wanê di Navenda Koordînasyona Hilbijartinê de rêveberên AKP'yî, qeyûm, cerdevan û leşker hene. Koordînasyonê biryar da ku sindoqên li du navçeyan radestî cerdevanan bike.