ROJEV 21'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva 21'ê Kanûna 2019'an
Rojeva 21'ê Kanûna 2019'an
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û geşedanên pê ve girêdayî wê werin şopandin.
Dewleta Tirk gefê li wan Kurdistaniyan dixwe ku ji ber bi dehan salan cezayê girtîgehê ji bêgavî çûne Başûrê Kurdistanê dixwe û sîxûrtiyê li wan ferz dike.
Yek ji fermandarê HPG'ê Erdal Cîlo behsa Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Atakan Mahîr kir, û got,''Ew zanayek bû. Gerîla hînî dîrok û berxwedanê dikir. Nirxandinên Rêbertî pratîze dikir.''
Endamê MED DER'ê Xidir Karataş bal kişande ser asîmîlasyona zimên û çandê ya dewleta Tirk û got, ''Ziman nasnameya neteweyan diyar dike. Heqê her civakê heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe.''
Hiqûqna Ibrahîm Şêxo ku hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê didome û tiştên ku li herêmê têne kirin li gorî yasayên navnetewî sûcê şer û kesên ku dibine hevkarên vî sûcî divê werin darizandin.