Rojên Almanya yên gûmanbarê Parîsê tarî ye!

Rojên Almanya yên gûmanbarê Parîsê tarî ye!

Omere Guneyê ku ji ber komkujiya li Parîsê hate girtin, derket holê ku ew heya Îlona 2011'an li Almanya'yê maye. Qeyda wî herî dawî li navçeya Schliersee'yê ku ji bajarê Munîhê 50 kîlometre dûre. Her wiha Guney dema di sala 2011'an de diçe li komelaya Parîsê dibêje "Hevalên komeleya Munîhê min şandin", lê belê ya balkêş ewe ku di wê demê de li Munîhê komelekî Kurdan tune bû ye.

Di derbarê agahiyên Omer Ziya Guney de ku ji ber komkujiya li Parîsê hatine girtin, li Almanyayê agahiyên balkêş derketin holê. ANF xwe gihand qeydên Şaredariyê yên Eyaleta Bayarnê û derxist holê ku Guney, heya sala 2010'an li navçeya Bad Tolzê jiya ye. Ev navçe 50 kîlometre ji Munîhê dûre.

Di sala 2010'an de jî Omer Guney qeyda xwe derbazê navçeya Schliersee'yê kiriye, ev dever 28 kîlometre ji Bad Tolzê dûre. Di Îlona 2011'an de qeyda wî ya vê navçeyê hatiye xera kirin. Lê belê nayê zanîn ka kî qeyda wî jêbiriye. Rayedarên şaredariyê dibêjin ku ji ber zagonan agahî veşartine, ew nikarin bêjin ka kî ev qeyd jêbiriye.

"LI SCHLIERSSEYÊ NIJADPERESTÊN TIRK BIRÊXISTIN KIRÎNE"

Balkêşe ku navçeyên Bad Tolz û Schlierseeyê heremê betlaneyê ne û piranî dewlemendên Alman li van deveran dijîn. Her wiha li Schlierseeyê jî gelek sazî û rêxistinên nijadperestên Tirk hene. Koçberekî Kurd yê bi navê S.K. ku demek dirêj li vê navçeyê jiyaye ev agahiyan da: "Ji ber nasnameya me ya Kurd em gelek caran ji aliyê nijadperastan ve hatine tehdît kirin û em neçar man barê Munîhê bikin."

Li Eyaleta Bayernê niha komeleyekî Kurdan tenê li Ulmê heye, ew jî 250 kîlometre dûrê navçeya Schlierseeyê. Gûmanbarê qetilê sê siyasetmedarên jin Omer Guney dema Mijdara 2011'an de diçe komelaya Kurdan ya li Parîsê dibêje ku hevalên komeleya Munîhê wî şandine. Lê belê wê demê li Munîhê lokalekî komeleya Kurdan tunebû.

Rayedarên Komeleya Çanda Mezopotamya ya Munîhê dibejin ku Omer Guney qet nasnakin û qet nehatiye lokala wan ku ji sala 2009'an heya nîvê sala 2011'an vekiribû.