Roja Meşa Dirêj a yekem a Saksonya Jêr bi dawî bû

Ji bajarê Nîedersachsen (Saksonya Jêr) a Elmanyayê Meşa Dirêj a 3 rojan bi sirûda ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” hate destpêkirin.

Di roja 2’emîn a meşê de îro di navbera Hîldesheîm û Sarstedtê 15 km meşiyan.

Kurdistan û dostên wanê ku di saet 10:00’an de li pêşiya gara trenê ya Hîldesheîmê kom bûn, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.

Girseyê piştre jî pankarta bi zimanê Elmanî “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdisanê Re Statû” vekirin, bi al û posterên Ocaln hilgirtin û li gel dirûşim û sirûdan dest bi meşê kirin.

Meşvanên ku di nava bajar û bajarokan re derbas bû gel eleqeyek mezin nîşan da û di saet 15:00’an de hatin pêşiya avahiya Sarstedt HBF’ê piştî axaftinên hatin kirin û şûn de roja yekem a çalakiyê bi dawî kirin.

Meşa ji Saksonya Jêr di saet 10:00’an de ji pêşiya Sarstedt HBF’ê destpê kir. Girse wê sibehê ji Hannover heta Andertenê bimeşin.

Wê meş bi mîtînga ku li pêşiya avahiya Parlemetoya Eyaleta Saksonya Jêr a Hannoverê bi dawî bibe.