Meşa Dirêj a ciwanan destpê kir: Ji Ocalan re azadî

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîstan ên li Ewropayê dijîn destpê kir.

Çalakiya Meşa Dirêj a ji aliyê ciwanên Kurd ve bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, ji bajarê Hannover ê Elmanyayê destpê kir. Meş bi tevlîbûna 250 ciwanên ku ji Elmanya, Fransa, Evûtûrya, Swêd, Holanda, Îngîltere û Swîsreyê bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan’ destpê kir.

CIWAN QEDEXEYA ELMANYA NASNAKIN

Meşa ciwana bi kombûna saetên sibê û dayîna daxuyaniyekê û şûnde destpê kir. Hê çalakî destpê nekirî polîsên Elman dirûşmên têkildarî Ocalan û PKK’ê qedexe kirin. Posterên Ocalan, alên PKK, KCK, YPJ, alên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan YXK û JXK’ê jî hatin qedexekirin.

Tevî van qedexe û provakasyonên polîsên Elman çalakiya Meşa dirêj bi daxuyaniyên aktivîstên TEKO-JIN, TCŞ,, FED-MED û Antîfa bi coş destpê kir. Di daxuyaniyan de hevkariya qirker a Elman-dewleta Tirk hate protestokirin, hate gotin ku divê ciwan neyên provakasyonan û heta dawî çalakiya xwe bidomînin.

Tevî qedexeyan ciwanan bi dirûşmên Elmanî û Kurdî azadiya Ocalan didomînin, Cenga Heftanînê silav dikin.

Beşa Meşa Dirêj a Hannover a di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ ku bi pêşengtiya jinên ciwan destpê kir, ciwanê Kurd Halîm Dener dema sala 1994’an afîşa ERNK’ê didaliqand ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin bibîr anî, ciwan wê ber bi nuqteya ku Dener hatî qetilkirin bimeşin.