'Roj îro ye sibe dereng e!'
'Roj îro ye sibe dereng e!'
'Roj îro ye sibe dereng e!'
Li Amedê bi deh hezaran kes bi armanca êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê pêk tên meş li dar xist. Di meşa ku pankarta "Îro ew roj e dê sibê dereng be" hate vekirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku êdî gotin nema dem dema tevlîbûna berxwedena Kobanê ye.
Bi hezaran kes bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê pêk tên şermezar bikin li ber avahiya DBP'ê ya Amedê hatin cem hev. Meşa ku bi hezaran kesî dest pêk kir her ku çû hejmar zêde bû û gihişte deh hezaran kesî. Girseya ku di nav de Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, hevşaredarên navçeyan û siyasetmedarên DBP'ê jî hebû deste bi meşê kirin. Di meşê de pankarta "Îro ev roj e dê sibê dereng be" posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin û alên PKK, HPG YPG û YDG-H'ê hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Qatil DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin.
Meşa bi girseyî ku li ber Parka Koşuyoluyê bi dawî bû, li vir daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, destpêkê daxuyanî da û diyar kir ku gelê kurd dê gelê Kobanê bi tenê nehêle. Zumrut, da zanîn ku piştî axaftinan ew ê li wesayîtan siwar bibin û ber bi sînor ve bimeşin û berxwedana YPG-YPJ û gelê Kobanê silav bikin.
Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî axivî û destnîşan kir ku êdî gotin nemaye, hemû gotin wateya xwe winda kiriye, êdî dem dema tevlîbûna aktîf a di nava berxwedana Kobanê de ye. Anli, di axaftina xwe de Tirkiyeyê û hêzên piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê jî hişyar kir û wiha got: "Ew hêzên piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê û ew çeteyên ku êrîşên li ser gelê kurd dikin, bila baş zanibin ku gelê kurd heta niha serî li ber kesî ne tewandiye. Gelek berxwedanên bêhempa nîşan dane. Heke hûn bixwazin vê yekê bibînin li dîroka gelê kurd binêrin bes e."
Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî bal kişand ser berxwedana gelê Kobanê û diyar kir ku ew berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ji dil û can pîroz dike. Bîrtane, anî ziman ku li Şengalê ku wan pakrewanan ji bo azadiya gelê kurd canê xwe feda kirin û heke îro Şengal ji çeteyan paqij bûbe bi saya serê wan şehîdên pakrewanan in. Bîrtane, bang li hemû hêzên piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê jî kir û diyar kir ku heke hûn naxwazin di dîrokê de navê xwe di rûpela reş de binivsînin dev ji van kirêtiyên xwe berdin û piştgiriya xwe bikşînin. Bîrtane, diyar kir ku êdî dem dema tevlîbûna berxwedana Kobanê ye, lewra Kobanê bikeve dê Amed bikeve hemû Kurdistan bikeve.
Piştî axaftinan welatiyan bi tililî û çepikan li otobus û wesayîtên xwe yên taybet ên li ber parkê amade bûn siwar bûn û berê xwe dane navçeya Pirsûsê ya Rihayê.