Rêxistinên Saziyên Sivîl: ‘’10’ê Cotmehê saet 10.04’an em ê li ber Gara Trenê bin’’

KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Hevgiriyê û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê gotin, ‘’Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê ji têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê bi paş ve gav neavêjin’’ û ragihandin ew ê 10’ê Cotmehê saet 10.04’an li ber Gara Trênê ya Enqerê bin.

Piştî ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqerê hemû çalakiyên bi sedema salvgera Komkujiya Enqerê qedexe kirin, KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Hevgiriyê û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê diyar kirin, ‘’ ’Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê ji têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê bi paş ve gav neavêjin’’ û ragihandin ew guh nadin biryara qedexeyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’danezan Emniyeta Enqerê çalakiya me ya 10’ê Cotmehê ya saet 10.04’an nahewîne nav xwe. Ev danezan di raya giştî de rê li ber têgihiştinên şaş vedike.’’