Rêxistinên mafê mirovan destek dane boykota li Rojhilat

12 rêxistinên mafê mirovan ku yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar destek dane boykota li dijî qedexekirina kolberiyê ya bazirganiya li ser sînor.

Piştî ku Îranê bazirganiya li ser sînor û kolberî qedexe kir li Rojhilatê Kurdistanê têcir û firoşkaran grev dane destpêkirin û grev li 9 bajaran berbelav bû. 12 rêxistinên mafê mirovan jî destek dane boykota ku ev 12 roj in didome.

Ev rêxistinê ku mafê Kurd, Ereb û Bellûciyan diparêzin li Îranê, Rojhilat û Ewropayê xebatan dikin. Rêxistinên ku daxuyaniya hevpar dane ev in: Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, Rêxistina Xebatên Bellûcîstanê, Rêxistina Projeya Demokratîkkirina Kurdistanê ya îranê, Rêxistina Mafê Mirovan a Belûcîstanê, Rêxistina Parastina Mafê Mirovan ên Kurmanc, Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Ehwazê, Rêxistina Dostaniya Kurdî-Şiî, Rêxistina Mafê Mirovan a Ehwazê, Rêxistina Mafê Mirovan Hengav a nêzî PDK’ê.

Di danezanê de hate gotin ku ew destekê didine boykota li dijî qedexeya bazirganiya ser sînor û kolberiyê ya li Bande û Ciwanro û zêdekirin bacê û hate gotin sînor tekan deriyê debarê ya gelê herêmê ye û Îran ji bo ku gelê herêmê birçî bihêle ev biryar standiye. Her wiha hate gotin Îran bi qedexeya bazirganiya ser sînor dixwaze din av gelan de jî arîşeeyan çêbike. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em rêxistinên mafê mirovan destekê didine biryara boykotê ya gelê herêmê. Em bang li Îranê dikin ku ev ji van polîtîkayên cihêkar berdin wê rê li ber arîşeyên dîtir jî veke.’’