Rêxistinên ciwanan ên komunîst: Berxwedan gotina me ya dawî ye

Tevgera Komunîst a Şoreşger, Jinên Komunîst ên Şoreşger û Ciwanên Komunîst ên Şoreşger daxuyaniyeke hevpar weşandin, li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn û gotin, "Ev êrîşên topyekûn nayên qebûlkirin û berxwedan gotina me ya dawî ye."

Rêxistinê komuknîst daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li dijî xaka şoreşa Rojava di 9'ê Cotmehê de dest pê kirin didome. Ev êrîş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldaneke topyekûn a tinekirinê ye."

Rêxistinan diyar kirin ku DYE, Yekîtiya Ewropa û Rûsya bi çoyê Tirkiyeyê dixwazin li herêmê hevsengiyeke nû biafirînin û gotin, "Ev êrîşa topyekûn nayê qebûlkirin û berxwedan gotina me ya dawî ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ya ku êrîş lê tê kirin jiyana hevpar a bedew a mirovahiyê ye, paşeroja azad e. Wezîfeya bingehîn a şoreşger, komunîst, demokrat û her kesên pêşverû ew e ku bi her şêweyên têkoşînê li dijî van êrîşên dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê û li ber êrîşan rawestin.

Divê şoreşa Rojava û daxwazên gelan bên qebûlkirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan di serî de ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hemû xaka ku niha dagir kirine derkevin."