Rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê
Rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê
Rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê
Alîkariyên ku li Tirkiyeyê ji bo komên çeteyên radikal tên kirin û derdixin pêşberî Kurdan mijara nîqaşê ye û her wiha kesên Tirkiyeyê yê di nava van çeteyan de cih girtin, li ser çapemeniya civakî agahiyan didin hev û propagandaya rêxistinê dikin û peyamanan bi rehetî ji hev re dişînin. Bi heman awayî ya di bin navê ‘Salona Xwendinê’ yan jî ‘Pirtûkxaneyan’ de mimkun e mirov rêxistibûna DAIŞ û El Nusra bibînin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yê ku destpêkê li dijî Rojava hatin rojevê û piştre jî bi Mûsil û Şengalê derketin holê, pi propaganda û agahdariyan li ser çapemeniya civakî ya Tirkiyeyê bi kar tînin. DAIŞ li ser gelek malperên înternetê yên weke devletelislam.blogspot.com.tr, takvahaber.net, mustaqim.net, davetulhaq.com a Tirkiyeyê propagandaya xwe dike.
ÇAPEMENIYA CIVAKÎ LI PÊŞ E
DAIŞ û EL Nusra herî zêde li Tirkiyeyê Facebook û Twîtterê bi kar tînin. Ev endamên rêxistinê li bajarên cuda yên Tirkiyeyê ne, rêxistibûn, propaganda û agahdarkirinê li ser çapemeniya civakî dikin.
Tê gotin ku nêzî 1200 û 1600 endamên DAIŞ û El Nusrayê li Tirkiyeyê hene. Yên tevlî van çeteyan bûne zêdetir ji herêma Behrareş tevlî bûne û bi taybet jî ji bajarên Duzce, Stenbol, Edene, Konya, Yozgat û Kayseriyê tevlîbûn mimkun e. Yên tevlî çeteyan bûne bi giştî dijminê Kurdan e û fikr û nêrîna xwe bi aşkera li ser çapemeniya civakî parve dikin. Ji bajarê Amed, Çewlîk, Wan û Mêrdînê jî hene. Di çapemeniya civakî de hemû navên Kod bi kar tînin. Hinekan wêneyên kesên kuştine parve kirine. Hinekan bi çekan wêne kişandine.
Yên Tirk bi taybet di dawiya navê xwe de El Turkî zêde kirine û yên Kurd jî El Kurdî tercîh dikin. Yekane armanca endamên çeteyan ev e ku demeke nêz bên kuştin û biçin bihuştê û li wir bi 72 hurî re bên cem hev. Van hedefên xwe aşkera bi nivîskî yan jî dîmenan parve dikin.
HURÎ GAZÎ MIN DIKIN
Mînak Hasan Berber ê bi navê Ebu Yahya El Turkî, dema wêneyê xwe parve dike hem propagandaya çeteyan dike û hem jî soza bihuşta ku ji bo wî tê dayîn dike.
Hasan Berber ku di 26’ê Îlonê de ji înternetê de nivîsî got: “Ez dibêjim cennet birayê min, me gelo mirov xwe ji hemû gunehan biweşînin û rêya xweda de bimirin ne tiştekî xweş e.”
Berber diyar dike ku di 25’ê Tîrmehê de bi kesê navê Umut Batuhan re tevlî DAIŞ’ê bûye û heman rojê van tiştan ji malbat û hevalên xwe re dinivîse: “Sibê em ji bo mehekê diçin perwerdeyê. Telefon ji destê me tên girtin. Ger we xwe negihand me meraq nekin. Li me helal bikin. nûmareya min a nû qeyd bikin. 05535652130,"
Hubeyb Ozger jî di peyama xwe ya di 8’ê Tebaxê de li ser Facebookê nivîsiye wiha dibêje: “Hurî gazî min dikin. Destûrê bide min dayika min, rondikan nebarîne ji bo min.”
NAVÊ KOD BI KAR TÎNIN
Endamên çeteyan ên ji Tirkiyeyê tevlî DAIŞ’ê bûne û li Reqa û Helebê ne jî dem bi dem bi malbat û hevalên xwe re dinivîsin.
Endamê çeteyan Halîd Varlik ê ji Yozgatê di peyama xwe ya di 27’ê Tebaxê de parve kiriye de dibêje: “Ez îro xemgin im. Lê aliyekî min kêfxweş û serbilind e. 5 hevalên min şehîd ketin. Soza ku dan xweda girtin."
Di 4’ê Tebaxê de Ebu Alî li ser çapemeniya civakî ku bi hevalê xwe re diaxive diyar dike ku ew li Reqqayê ye û dibêje ji bo ku ji DAIŞ’ê agahiyan bigire divê yekane takva haber a Tirkiyeyê bişopîne.
Navê hinek endamên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser facebook dinivisin wiha ne:
Ebu Kaka (Sabi Şimdi) Adana-Seyhan, Ali Umut Dur, Cabir El Kurdi (Serdar Dag), Ebu Hasan El Turki (İlyas Yaşar), Ebu Osman El Turki, Süheyl Bin Dadullah (Bingol), Ebu Şuheyb El Turki (Samsun), Ebu Musab (Mehmet Dulger) Kastamonu, Ebu Rıza El Turki (Stenbol), Bîlal El Turki (Kastamonu), Ebu Feyz El Turki (Abdurahman Kaya), Murad El Kurdi (Mêrdîn), Salih El Turki (Samet Ayça)-Kayserî, Kenan El Turki (Suleyman Îçen), Ebu Ali El Turki, (Orhan Turker)-Stenbol, Ebu Kasım El Turki (Duzce), Metîn El Turki, Hattat Bîn Umeyr, Katibetul Şinani (Musab Ozaslan)-Turkistan, Stenbolî, Abdulkahhar (Zınar Urekcan)-Şirnex, Ebu Cihat El Azizi, Ebu Furkan Turki, Ebu Bakr Turki, Umeyr Turki (Konya)....
DAIŞ PARVEKIRINA WÊNEYAN QEDEXE KIR
Di dawiya hefteyê de DAIŞ’ê parvekirina wêne û dîmenan qedexe kir. Di nivîsa ku hate weşandin de hate gotin ku parvekirina wêne-vîdeoyên li herêmê qedexe kirine.
Hat gotin ku ji bilî kesên peywirdar ên rêxistinê tu kes, sazî, malper û ajans wê wêne û vîdeoyan parve nekin. Hat gotin ku kesên vê pêk neynin wê bên cezakirin.
SALONÊN XWEDINÊ Û PIRTÛXANE
Salonên Xwendinê yên ku ji aliyê AKP’ê ve xistine meriyetê li her bajarê Tirkiyeyê bi hezaran hene. DAIŞ û EL Nusra jî li van deran zemîna rêxistibûna xwe dikin. Di bi navên cdua de li Salonên ku hatine avakirin organîzasyona tevlîbûna DAIŞ’ê tê kirin. Her wiha li mescîdên li taxan hatin avakirin jî heman xebat tên meşandin.
Li Amedê jî li navçeya Rezan Salona Xwendinê ya Takva, Ummet Kîtapevî, Tevhîd Kîtapevî ye.
Li Rezan û Peyasê hinek avahiyên kursên perwerde û mescid jî ji wan.e
Li Sûrê jî Cafeya Navenda Xebata Quranê ya Navnenteweyî a Mezopotamyayê yek cihên wan ê hevdîtinê ye.