Di rojên dawî ya sala borî de Serokatiya Civakên Xizman û Tirkan ya Derveyê Welat(YTB) piştî faliyetên kulîsê yên du salan Lijneya Şêwirmendiya Welatiyên Derveyê Welat ya ji 66 kesî pêk dihat aşkera kir. Kesên wekê Merve Kavakçi Îslam, Muhtar Kent (DYA), Remzî Gur (Îngilîstan), Ayhan Bakan (Awûstûrya), Fuat Mansuroglu, Prof. Dr. Yaşar Bîlgîn (Almanya), Prof.Dr. Cafer Ozkul (Fransa), Mehmet Alî Karamemîş (Awûstralya), Turgut Torunogulları (Hollanda), Pof. Dr. Ferîdun Hamdullahpur (Kanada) û 10 kesên din yên ku bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tên nasîn dê di lîjneya nû de cih bigire. Kesên di lijneyê de cih digirin hema hema hemû bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê nasîn.
Ev avabûna du sal berê ji aliyê AKP’ê ve hat avakirin, piştî avabûna lijneyê tê payîn ku di navbera tirkên li Ewropayê dijîn xebatên şoven, netewperest û nîjadperest bên meşandin. Armanca xebatê ewe ku bi demdirêjî ji bo berjewendiyên dewletê ‘dîasporaya tirk’ ava bikin. her wiha armanc ewe di sala 2014’an de welatiyên komara tirkiyeyê yên li derveyê welat dijîn ji bo AKP’ê dengan bikarbînin.
‘Serokatiya Xizm û Tirkên Derveyê Welat’ ku di 6’ê Nîsana 2010’an de wek saziyeke girêdayê Serokwezîrê tirk Erdogan hate îlankirin, wekê ku tê fêmkirin jî 2 milyon Kurd, Ermenî, Suryanî-Asurî ku welatiyên TC ne û li derveyê welat dijîn, nayên qebûlkirin. Sazî wekê saziyeke ku polîtîkayên asîmîlasyon, înkara AKP’ê bimeşîne peywirê dike.
Xebatên ku heta niha hatiye meşandin û kesên di lijneyê de cih girtin ji bo polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê bikin meriyetê hewl didin û ji bo kesên tirk yên penaber li gorî berjewendiyên AKP’ê û dewletê bike tevgerê dixebite.
AKP DIXWAZE KEDKARÊN DERVEYÊ WELAT JI XWE RE BIKE PÊVEK
YTP sala borî di hezîranê de li Enqereyê civîneke ku ji 17 welatî nêzî 500 komele, federasyon û sazî tevlî bûn pêk anî. Di serî de Yekitiya Demokratên Tirk ya Ewropayê û kesên nêzî AKP’ê ji bo civînê hatin vexwendin. Lê agahî nedan sazî û komeleyên Kurd, Ermenî, Asurî-Suryanî ku bi salane gelên xwe temsîl dikin. Lê Federasyona Yekitiya Elewiyan ya Ewropayê û Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê ligel ku hatin vexwendin jî, ji bo ku nebin amûra lobîtiya AKP’ê gotin ew tevlî civînê nabin.
Cigirê Serokwezîr Bulent Arinç û 6 wezîr tevlî bûn. Arinç li şûna ku pirsgirêkên kedkarên derveyê welat bigire dest, bendewariyên ji kedkerên derveyê welat ya ji bo AKP’ê girtin dest.
LIJNE DÊ DI BIN XIZMETA SERMAYÊ DE BE
Bi vegotinên kesên tayînê Lijneya Şêwirmendiya Welatiyan bûne, zelal dibe ku YTB nîjadperet, şoven, alîgirê sermayê û neyarê kedê ye. Kesên di lijneyê de cih digirin alîgirên AKP’ê û Nêrîna Netewî ne. Hemû ji karsazan pêk tên.
Di Lijneyê de parlamentera ku ji ber ku welatiya Ewropayê bû parlamenteriya wê ket Merve Kavakçi û kesekî balkêş karsaz Remzî Gur bû. Têkiliya Gur û Erdogan gelek başe û Gur bi dayîna bursê ya zarokên Erdogan tê nasîn.
DI DESTESERKIRINA MALÊN YAHÛDIYAN A HÎTLER DE DERVEYÎ QANÛNÊ NÎNE
Kesekî din yên ku di lijneyê de cih digire COE’yê Cola Colayê ku pêşengê karkerên li Latîn Amerîkayê bû qetil kir, Muhtar Kent e.
Bavê Kent ku dîplomat bû tê gotin ku di şerê duyemîn yê Cihanê de nêzî 80 yahûdî ji mirinê rizgar kiriye. Lê Kent li Misirê ji ber ku Coca Colayê 10 hezar metrekare erdê aydê Yahûdiyan ku desteser kiribû parast, rêxistinên Yahûdiyan ketin tevgerê. Yahûdiyan di 1960’an de ji bo erdên xwe yên Cola Colayê dest dabû ser bigirin doz vekiribû. Lê CEO yê Coca Colayê Muhtar Kent desteserkirina erd parastibû û gotibû desteserkirina malên Yahûdiyan ya Hîtler ne derveyî qanûnê ye.
Serokên Federasyona Elewiyên Ewropayê ya Federasyona Ehlîbeyt ku ji avabûna wê re AKP’ê pêşengî kir, Fuat Mansuroglu di avabûna nû de cih digire. Mansurgolu di mehên borî de diyar kiribû ku, ji Elewiyên Ehlibet 100 kes dixwaze biçe Hecê û ji Wezareta Karê Diyanetê kontenjan xwestibû.
Her wiha serokê damezrandina Musîad ya Awûstûryayê Ayhan Bakan, ji endamên parlamenteriya AKP’ê Mehmet Alî Karamemîş, serokê Komleya Karsazen tirk ya Hollandayê Turgut Torunogulari ji bo endamtiya rûmetê hatin hilbijartin.