Rêxistina Efûyê: Divê biryarên girtinê demildest bên rakirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî polîtîkayên zextê yên ku dewleta Tirk li dijî medyaya pêş dixe bi tundî rexne kir, xwest ku biryarên girtinê demildest bêne rakirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji Buroya Navendî ya li Londonê daxuyanî da, li dijî êrîşên dewleta Tirk ku li dijî medyaya Kurd û mûxalîf pêk tîne, nerazîbûnek tund nîşan da. Di daxuyaniyê de ji dewleta Tirk hate xwestin ku derhal ji vê şaşitiya xwe vegere.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, Tirkiye li ser dezgehên civaka sivîl û azadiya çapemeniyê her ku diçe zextên xwe hê zêdetir dike û wiha dewam kir; “ 27’ê Tîrmehê, bi biryarnameya duyemîn ve tevî 16 qenalên televîzyonê, 23 radyo û 45 rojnameyan, 131 dezgehên medyayê hatin girtin. Malper û hesabên Twîtter ên rexneyî hatin astengkirin û lîsansên gelek dezgehên çapemeniyê jî hatin betalkirin. Ji hewldana darbeyê û vir ve zêdetirî 100 rojnamevanî hatin girtin. Ev zext li ser medyaya rexneyî tirsa axaftinê zêde kir û li ser çapemeniyê jî bandorek neyênî hişt.”

‘HEDEFA ESAS MEDYAYA KURD Û MÛXALÎF E’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her ku diçe hikûmet hê zêdetir berê xwe dide medyaya alîgirê Kurd û çepgir, hate diyarkirin ku piştî bêyî hincet girtina Ozgur Gundemê jî zextên li ser çapemeniyê hê zêdetir bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Girtina rojnameya Kurdan Ozgur Gundemê û girtina 2 endamên desteya şêwiriyê  (Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay), her wiha girtina Edîtor Înan Kizilkaya û Midûrê Karên Nivîsê Zana Bîlîr Kaya ji bo bûyeran mînakên herî baş in. Tevî ku li dijî îdîayan, rojnamevanan delîlên xwe pêşkêş jî kirin hê girtî ne. Turksat (operatora satalaytê ya di kontrola hikûmetê de) bi talîmata ji RTUK’ê ve 28’ê Îlonê 22 televîzyonên Kurdan an jî çepgir û stasyonên radyoyê girtin.

Her çiqasî piştî van girtinan, hin TV û radyoyan (IMC TV, Hayatin Sesî, Ozgur Radyo) hewl dabin li ser internetê weşanê bikin jî malperên wan hatin astengkirin û bi serdegirtina polîsan ve ofîsên wan hatin mohrkirin.

Di rewşa awarte de jî divê sînordarkirina mafê îfadeyê bi rêkên qanûnî be. Rayedar, li dijî medyaya rexneyî nîşan dan ku di tevdîrên pêwîst û hevseng de têkçûyî ne. Nayê dîtin ku girtina Ozgur Gundemê bi rêkek qanûnî hatiye çêkirin.

DAXWAZ

Buroya Navendî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe wiha rêz kir: “Em êşkence û mûamaleyên din ên nebaş lenet dikin û divê ji bo têkoşîna li dijî vê û hesabpirsîna failan gavên berbiçav bêne avêtin.

Bêyî dereng bibe divê binçavkirin ji baro û malbatan re bêne ragihandin û destûr bên dayîn ku parêzer tevlî giştî beşên binçavkirinê bibin û heyetên serbixwe biçin cihên binçavkirinan.

Divê mafê azadiya îfadeyê bi keyfî neyê sînordarkirin, bi taybet jî li gel Ozgur Gundemê, biryara girtina dezgehên medyayê yên mafên wan ên azadiya îfadeyê bi awayekî bê hevsengî hatine sînordarkirin bê rakirin.”