Rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi nexweşiya kanserê giran bû

Mehmet Salîh Fîlîz ku li girtîgeha Odemîşê ye û bi nexweşiya kanserê ye, rewşa wî giran bû. Fîlîz got, "Ji kerema xwe dengê min bibihîzin."

Girtiyê nexweş Mehmet Salî Fîlîz (23) ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê ye bi kansera rovî ye, hestiyên wî dihelin û nexweşê tuberkuloz e. Fîlîz bi rêya telefonê bi kekê xwe Şehmûz Fîlîz re axivî.

'REWŞA MIN NEBAŞ E, XWÎN JI MIN DIÇE'

Fîlîz diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e û ji 1'ê Gulanê û pê ve nava wî diçe û xwîn ji wî diçe.

Fîlîz got, "Hevalên min ên li koxûşê ji ber cidiyeta rewşê gelekî hewl didin. Dixwazin ku rêveberiya girtîgehê dest li rewşê werde, lê belê daxwaza wan ji nedîtî ve tên. Gardiyan dibêjin, 'rahêjin vî bibin, deverên ku xwîn jê tê pansûman bikin, îdare bikin'. Gardiyan timî bi vî rengî henekê xwe dikin. Eger min bibin nexweşxaneyê ez ê 14 rojan di karantînayê de bimînim. Ji ber tenduristiya xwe nabe ku di karantînayê de bim. Ji ber ku bi xwîna diçe re ji ser hişê xwe diçim. Me daxwaznameyek dan rêveberiya girtîgehê ku di dema karantînayê de hevalekî min ê li koxûşê bi min re bimîne, lê belê qebûl nekirin. Ji kerema xwe dengê min bibihîzin."