Rewşa Kaya yê girtiyê nexweş giran e, divê bê azadkirin
Însyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Sebrî Kaya giran e, bal kişand ku divê bê azadkirin.
Însyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Sebrî Kaya giran e, bal kişand ku divê bê azadkirin.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 2917’emîn li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ji ber vîrûsa koronayê tenê Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen tevlî civînê bû. Di civînê de li ser rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê girtiye hat rawestandin.
Çevîrmen, di civînê de diyar kir ku Kaya ji sala 2010’an ve girtî ye û li girtîgehan hatiye gerandin. Çevîrmen, piştî vê agahî dayînê rewşa tenduristiyê ya Kaya bi hûrgilî vegot û bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya ku ji aliyê parêzêrên Kaya ve ji bo berdana Kaya hatiye dayin. Çevîrmen, da zanîn ku ji ber ku di dema xwe de mudaxaleyî Kaya nehatiye kirin rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye ev tişt got: “Kaya niha şerê jiyanê dide û divê demildest bê berdan. Divê ji bo îhmalan lêkolîn bên kirin û hemû berpiryar bên tespîtkirin.”