Rêveberiya Xweser ji bo 'Qada Ewle' bang li Neteweyên Yekbûyî kir

Nûnerên 31 partî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re şandin û jê xwestin, ku nebin hevparê dagirkeriya dewleta Tirk û Tirkiyeyê ji nava projeya Herêma Ewle derxînin.

Partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek ji Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî(NY) Antonio Guterres re têkildarî hewldanên Tirkiyê yên kişandina NY`yê ber bi planên xwe yên dagirkirina Sûriyê û zindîkirina terorîstan ve, şand.

Nameya partî û hêzên siyasî wiha ye:

“Sekratêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî(NY) Antonio Guterres

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku biryara yekalî ya êrişkiirna herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de stand, ango dema lihevkirin di navbera Amerîka û Tirkiyê der barê herêmê ewle de çêbû, bi vê yekê dewleta Tirk der heqê gelên herêmê de sûcên şer û kiryarên dermirovî li dijî şêniyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Xiristiyan, Misilman , Êzîdî, pêk anîn.

Her wiha der barê sivîlan de kuştinên meydanî pêk anîn. Ji nav jî qetilkirina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, her wiha bikaranîna çekên qedexekirî yên wekî fosfora spî, qetilkirina tîmên tenduristiyê û dîlgirtinan. Li aliyekî din jî binesazî, nexweşxane, mizgeft, dêr û dibistan hatin hedefgirtin. Di vê derbarê de rapora Rêxistina Efûyê ku di 18`ê Cotmeha 2019`an hate diyarkirin, bi zelalî behsa sûcên Tirkiyê û berpirsyartiya wê di van kiryaran de kir.

Armanca Tirkiyê ya rasterast ji vê êriş û dagirkinê, koçberkirina sivîlan(hejmara wan zêdetirî 300 hezar kesî ye), guhartina demogarafiya herêmê, avakirina herêmeke ewle ji terorîstan re û bicihkirina çeteyên terorîst li bajar û bajarokên herêmê da ku herêmê vegerîne lûtkeya terorê ku gefan li ewlehiya neteweyî, herêmî û navdewlet, bixwe.

Em wek partî û hêzên siyasî bang li civaka navdewletî dikin ku rewabûnê nedin planên Tirkiyê yên yekalî, da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir neke û NY`yê ber bi palên xwe yên guhartina demografiyê û armanckirina sivîlan ve nekişîne. Her wiha bila hûn bizanin ku me pêşwaziya welatiyên sûrî yên ku li Tirkiyê bûn kir, da ku li herêmên xwe vegerin. Li ser vî esasî em kesybazkirina Tirkiyê ji azara vê dosyê re red dikin. Ji ber Tirkiyê bi vê yekê hewl dide projeya xwe ya qirkirina etnîkî rewa bike, di heman demê de dibêjin, heke herêmê ewle pêwîst bike, divê di bin çavdêriya navdewletî de be û Tirkiyê beşdar nebe. Ji ber dewleteke dagirker e û piştevaniya komên radîkal û terorîst dike. Di dawiyê de bang li destwerdana lezgîn dikin, da ku sûcên Tirkiyê pêk tine, rawestînin. Ji ber hêzên artêşa Tirk û komên cîhadî yên girêdayî Tirkiyê li malên şêniyan bi cih bûne, êdî gel nikare li malên xwe vegerin, nexasim li Efrînê der heqê sivîlan hêj binpêkirinan pêk tînin û ji destpêka dagirkirina Efrînê ve ji sedî 75 demografiya herêmê guhartiye.

Partî û hêzên ku îmze kirine, ev in:

-Heyet El-Tensîq El-Wetenî- Tevgera Guhertina Demokratîk

-Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD)

-Partiya Yekitiya Suryanî

-Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê

-Yekitiya Lîbralî ya Kurdistanê

-Partiya Komunîst a Kurdistanê

-El-Partî Demokratîk Kurdistanê – Sûriyê

-Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyê

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

-Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

-Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê

-Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

-Partiya Nûjen a Kurdistanê

-Yekitiya Karkerên Kurdistanê

-Desteya Neteweyî ya Erebî

-Partiya Modernîte û Demokratîk a Sûriyê

-Partiya Kesk a Kurdistanê

-Partiya El-Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

-Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

-Partiya Sererastkirinê - Sûriyê

-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)

-Partiya Aşûrî ya Demokratîk

-Partiya Biratî ya Kurdistanê

-Partiya Roj a Demokratîk a Kurd

-Yekitiya Niştîmanî ya Azad – Rojava

-Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

-Tevgera Civaka Demorkatîk ( TEV-DEM)

-Kongre Star

-Partiya Muhafizên Demokratîk

-Partiya Têkoşîn a Demokratîk

-Partiya Komarî ya Kurdistanê