Rêveberiya Stêrk TV: Onder şopdarê heqîqetê bû
Rêveberiya Stêrk TV diyar kir ku Mamosta Mehmûd Onder ê xebatkarê televîzyona wan li ser şopa heqîqetê tim meşiya û di 20 salên xebatên televîzyonî de piraniya wextê xwe da xizmeta gelê kurd.
Rêveberiya Stêrk TV diyar kir ku Mamosta Mehmûd Onder ê xebatkarê televîzyona wan li ser şopa heqîqetê tim meşiya û di 20 salên xebatên televîzyonî de piraniya wextê xwe da xizmeta gelê kurd.
Rêveberiya Stêr TV têkildarî xebatkarê xwe Mamoste Mehmûd Onder ê salên dûr û dirêj ji bo çapemeniya azad ked da ev agahî parvekir:
“Xebatkarê televîzyona me STÊRK'ê Mamoste Mehmûd Onder 31'ê Çileya 2017 li Danîmarkê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Mamoste çend salên dawî bi nexweşiya penceşêrê bû û gelekî li ber xwe da. Tevî ku nexweşiya wî di sala dawî de roj bi roj giran bû jî heta li ser xwe bû, ji kar û xebatê xwe kêm nekir; ji heval û hogirên xwe dûr nema.
Mamoste Mehmûd Onder di televîzyona pêşî ya satalaytî ya Kurdistanî MED-TVê de dest bi karê ragihandinê kir. Paşê jî di televîzyonên kurdî MEDYA-TV, ROJ-TV û STÊRK-TV'ê de cih girt. Rêwiyê ser şopa heqîqetê bû. Ji guleya yekemîn a sala 1984'an ve jî her di nava Tevgera Azadiyê de cih girt. Ji ti kar û barî xwe paşve neda. Di 20 salên xebatên televîzyonî de piraniya wextê xwe da xizmeta gelê kurd.
Mamoste Mehmûd di nava xebatê de bêhnfireh û sîngfireh bû. Bi hevalên xwe re heval bû, bi piçûkan re piçûk bi mezinan re mezin bû. Dilnizm û nefspiçûk bû. Bi xema gelê xwe re xemgîn bû û bi serketina gelê xwe re kêfxweş bû. Kedkar û karker bû. Di nava kar de piralî bû û ji lêkolînê hez dikir. Di civatê de xweşzar û xweşsohbet bû. Ew mamoste bû. Gelek hevalên di çapemeniyê de perwerde kir. Bi sebir û sebat bi şagirtan re dida û destend. Di heman demê de weke şagirtekî xwe hîn dibû. Heyranê Tevgera Azadiyê bû. Dilsozê Rêbertî û gerîllayên azadiyê bû.
Mamoste Mehmûd Onder bi awayekî bê wext ji nava me koç kir. Li pey xwe gelek, ked, berhem û bîranînên giranbuha hiştin. Ew jî ket ser şopa heqîqetê weke gelek hevalên din ên çapemeniya azad. Em ê jî li ser şopa wan biçin, xewn, xeyal û hesretên wan li Kurdistana azad bi gewde bikin. Em ê li ser şopa heqîqetê bigihîjin hev. Di vê çarçoveyê de pêşî em ji malbatê, gelê Kurd û nexasim ji çapemeniya azad û Kurdistanî re sersaxiyê dixwazin û dibêjin, em ê heta dawiyê li ser şopa heqîqetê bin.”