Rêvebera HDP'ê û endamên DBP'ê hatin binçavkirin
Hikumeta AKP'ê, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan û hêzên demokratîk didomîne.
Hikumeta AKP'ê, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan û hêzên demokratîk didomîne.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Atiye Eren li Otogara Navbera Bajaran a Amedê hate binçavkirin. Eren, ku berî 2 rojan hatibû bajêr, dema li otogarê pêşwaziya hevala xwe dikir, ji aliyê polîsên sivîl ve hate sekinandin û binçavkirin.
Li gorî agahiyan, Eren birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
RIHA
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, polîsan avêtin ser malan û di encamê de endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Serdar Tekînalp û Teslîm Donûk ên DBP'yî û jineke navê wê nehat zanîn, hatin binçavkirin.