Rekora diravdaniya sernixumandî ya AKP'ê
Rekora diravdaniya sernixumandî ya AKP'ê
Rekora diravdaniya sernixumandî ya AKP'ê
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2013'an de hikûmeta AKP'ê di çarçoveya diravdaniya sernixumandî de 542 milyon û 585 TL mesref kiriye. Tê payîn dirvadaniya sernixumandî heta dawiya vê salê Milyarek TL derbas bike û rekora dîroka Tirkiyê bişkîne.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, di şeş mehên destpêkê yên vê salê de, di bin navê "Lêçûnên Xizmeta Nepenî" pereyê ji MÎT û Serokwezaretiyê re çûye 542 milyon û 595 hezar TL ye. Sala par, diravdaniya sernixumandî ya şeş mehên destpêkê 492 milyon û 194 hezar TL bû û heta dawiya salê jî li gorî sala 2011'an 300 milyon TL zêde bûbû û gihaştibû 694 milyon TL'yî. Lê belê hejmarên nû nîşan didin ku sala 2013'an dê di warê lêçûnên ne diyar de rekorê bişkîne.
Di butçeyê de her weha pereyê ji lêçûnên xizmet, malzeme û malên ewlekarî û parastinê hatine xerckirin 160 milyon TL zêde bûn û gihaşt 884 milyon TL. Ji bo çek, maşîn û alavên şer di nava 6 mehan de 438 milyon TL hat xerckirin û ev lêçûn di sala derbasbûyî ya şeş mehên destpêkê de 201 milyon TL bû.
Tirkiyê ji bo kirîna her şêweyên çek, maşîn û alavên şer di nava 6 mehan de 438 milyon û 784 TL yanî nêzî nîv milyar TL pere xerc kir. Lêçûnên bikaranîna van kirînan 133 milyon û 532 TL bû. Par ji bo kirînan 201 milyon û 610 hezar TL hatibû xerckirin, ji bo lêçûnên bikaranînê jî 129 milyon û 747 hezar TL hatibû xerckirin. Li gel lêçûnên muhîmmat, Ar-Ge, temîr û înşaetê re ev lêçûn derket 884 milyon û 38 hezar TL. Par ev hejmar 722 milyon û 333 hezar TL bû.