Rejîma Îranê bi berdewamî cezayê dijmirovî îdamê bi tohmetên cûda dide girtiyan û di vê çarçoveyê de wan îdam dike. Roja 25’ê berfanbarê li girtîgeha Navendî ya Sarî dîsa kesek ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin..
Esedulla Caferî, Dozgerê Mazenderan di hevpeyvîneke ku ajansa nûçeyan Îsna pêre kiriye de gotiye ew kesa bi tohmeta madeyên hişber hatiye îdamkirin.
Rejîma Îranê di salekê de herî kêm 560 kes bi hincetên cûda îdam kirine. Hêjayê bîranînê ye ku li Îranê binpêkirina mafê mirovan, dayin û bicîhanîna cezayê îdamê berdewam e.