Rejîma Îranê 2 kesên din bi darve kir
Rejîma Îranê 2 kesên din bi darve kir
Rejîma Îranê 2 kesên din bi darve kir
Rejîma Îranê 2 girtî, bi sedama bazirganiya madeyên narkotîkê û bûyera kuştinê, li girtîgeha Dîzil Abadî ya Kirmaşanê bi darve kir.
Hat ragihandin, girtiyê bi navê Xerîb Mûradî yê ji bajarê Pawe yê ji ber tawanbariya kuştina Ednan Ferzad ê ji gundê Hecîc ê Pawe di sala 2008'an de hatibû girtin, duh serê sibê li girtîgeha Dîzil Abadî ya bajarê Kirmaşanê hatiye bi darvekirin.
Li gorî agahiyan, girtiyekî ji bajarê Kirmanê jî ku bi hinceta bazirganiya narkotîkê hatibû girtin, roja 27'ê Tebaxê hatiye darvekirin.
Hêjayî gotinê li gelemperiya Îranê di nava vê hefteyê de zêdeyî 40 kes hatine bi darvekirin.