Rejîma Îranê 2 endazyar binçav kir

Li Îranê piştî çalakiyên gel, fûryaya binçavkirinê hate destpêkirin. Rejîma Îranê herî dawîn endazyarên bi navê Cewad Eşrefî û Emîn Eşrefî binçav kir.

Li Îranê piştî çalakiyên gel ên ku li dijî polîtîkayên hejarî û zextê ya rejîmê di 28’ê Kanûna 2017’an de hatibû destpêkirin, li Îranê fûryaya binçavkirinê didome. Hêzên rejîma Îranê di 11’ê Çileyê de li wîlayeta Hemedanê ya Rojhilat du endazyar binçav kir.

Li gorî nûçeya malpera Habergerê hêzên rejîme girtine ser santrala elektrîkê ya ku endazyarên bi navê Cewad Eşrefî û Emîn Eşrefî lê dixebitin. Hêzên rejîmê her du endazyar binçav kir û birine cihekî nediyar.

Nehat hînbûn ku kesên tên binçavkirin dibin ku derê û serîlêdanên malbatan jî bêbersiv tê hiştin. Di heman demê de ne diyar e ku kîjan yekîneya rejîmê van binçavkirinan dike.