Reîs ‘qehremanekî demkî’ yê din ji erkê girt

Rejîma Tirk a piştî ‘Kalkana Firatê’ Z. Aksakalli, piştî Efrînê Î.M Temel, piştî Îdlibê E. Çarobacî yên ‘qehremanên demkî’ îlankiribûn ji erkê girtin, niha jî ‘qehremanê Lîbyayê’ Cîhat Yayci ji erkê girt.

Rejîma Tirk û çepemeniya wê herî dawî ‘qehremanê Lîbyayê’ Tumgeneral Cîhat Yayci ji erkê girt.

Yayci weke ‘Mîmarê Peymana Sînordarkirina Deverên Rayeya Behrê’ ya li ser Behra Spî ku di navbera dewleta Tirk û Hikûmeta Mutabakta a Neteweyî ya li ser xeta Îxwanî Misilman a li Lîbyayê hatibû nîşandan.

Lê rojên borî yayci ê ji erka Serokatiya Fermandariya Hêzên Behrê hate girtin, xiste bin fermana Serfermandariya Giştî.

Biryara têkildarî dayîna Yayci ya bin fermandariya Serfermandariya Giştî roja Înê ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hate îmzekirin û di rojnameya fermî de jî hate belavkirin.

Piştî ku Erdogan biryara mijara gotinê îmze kir û şûnde Yayci îro îstifa kir. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastina Mîllî ya Tirk ve hate dayîn, îstifaya Yayci hatiye pejiarandin.

Tê diyarkirin ku peywendiyên Yayci bi avakerên mîna ‘Ergenekonan’ re heye, bi pêkanîneke bi navê ‘Fetometre’ ve gelek kesên li Fermandariya Hêzên Behrê kifşkiriye.

Her wiha Cîhat Yayci ji sala 2010’an û vir ve ramana mezinkirina devera qada Behra Spî ya dewleta Tirk weke ‘Welatê Şîn’ tê îfadekirin.

Yayci ê duh ‘qehremanê Lîbya’, îro jî ‘qehremanê’ Erdogan bi îmzeyekê ji erkê hate girtin, ne bi tenê ye.

Rejîma Erdogan 2016’an piştî hewldana darbeyê gelek fermandarên xistin bi kontrola xwe de û ‘lehengên demkî’ îlan kirin, piştre jî erkê girtin.

Dewleta Tirk 24’ê Tebaxa 2016’an ‘qehremanê demkî’ yê ‘Kalkana Firat’ a tevgera dagirkeriyê Zekaî Aksakali bû. Aksakali di civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) de ji korgeneraliyê ne kirin orgeneral û ji bo erka pasîf hate erkdarkirin.

Fermandarê 2’emîn Artêşê Îsmaîl Metîn Temel ê fermandariya dagirkirina Efrînê dikir û ‘qehremanê’ medyaya hewûz, piştre ji bo erkên pasîf ên mîna Serokayetiya Nirxadin û Kontrolkirinê ya Serfermandariya Giştî hate erkdarkirin.

Fermadarê Hêzên Taybet Tumgeneral Ahmet Ercan Çorbaci ê Tebaxa 2019’an pişt bidestxistina bajarokê Han Şeyhûn a ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve ku li Îdlibê erkdar bû, ji bo erkên pasîf hate erkdarkirin.