'Referandûm ji bo Elewiyan mijareke diyarker e'

Di referandûma meha Nîsanê de, helwesta herî zelal wê ji aliyê Elewiyan ve tê nîşandan. Rûspiyên Elewiyan Muslum Dogan û Alî Kenanoglû gotin, li dijî dorgirtina Îslama siyasî, ji bo encameke bi xêr bi dest bikeve, divê Elewî hemû bi erka xwe rabin.

Xalên li ser guhertina destûra bingehîn, di du rûniştinên Civata Giştî ya Parlamentê de hatin qebûlkirin. Niha jî welat li benda pêvajoyeke referandûmê ye.

Bi nêzîkbûna refearndûmê re dînamîkên cuda yên civakê; sendîka, komele, siyasetmedar, bawermend biryarên xwe eşkere dikin û dest bi kar dikin.

Ev referandûm ji bo Elewiyên ku di her serdemê de li Tirkiyeyê ji nedîtî ve hatine û mafên wan hatine binpêkirin, gelekî girîng e. Civaka Elewî ku bi salan di nava zexta Îslama Sûnî de hewl hat dayîn bê asîmîlekirin, vê carê bi xeteriyeke mezintir rû bi rû ye, ku ji her alî ve dor lê bê girtin.

Bi vê bîr û baweriyê, Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Komeleya Çandê ya Elewiyan (AKD), Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaşî Wekî (HBVAKV) û gelek saziyên din ên Elewiyan çend roj berê civînek lidar xistin û eşkere kirin, ku helwesta wan a li ser sîstema serokatiyê, 'NA' ye.

Li ser pêvajoya referandûmê û bandora encama jê derkeve ya li ser Elewiyan, em bi rûspiyên Elewiyan bi yek ji damezrînerên Weqfa Heûbyar û Komeleya Çanda Elewiyan a Hûbyar Sûltan Alî Kenanoglû û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan re axivîn.

'BI ÎSLAMA SÛNÎ RE WÊ HÊ BÊHTIR DOR LI ELEWIYAN WERE GIRTIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan da xuyakirin, ku guhertina di destûra bingehîn de tê kirin bi ti awayî bersivê nade bendewariyên Elewiyan û destnîşan kir, bi destûra nû re wê sîstemeke nû ya dewletê ava bibe û navê vê jî Îslama Siyasî ye. Dogan got, "Sîstemeke nû wê bê ceribandin. Îdeolojiya dewletê guherî ye. Îdelojiya nû ya dewletê, li derveyî xweseriya ol e, ku vê yekê ji bo berjewendiyên bawerî û îdeolojiyên xwe bi kar tînin. Ji vê re Îslama Siyasî tê gotin. Di rewşeke bi vî rengî de wê pêvajoyeke gelekî girantir derkeve pêşiya Elewiyan. Feraseta Îslama Sûnî wê vê carê hê bêhtir dorê li Elewiyan bigire; pêvajoyên asîmîlasyonê li ser ferz bike. Elewî wê dîsa ji nedîtî ve werin, dor wê dîsa li saziyên Elewiyan bê girtin."

'DIVÊ EM BI DENGÊ 'NA' XWE JI VÊ PÊVAJOYÊ RIZGAR BIKIN'

Dogan bang li Elewiyan kir û anî ziman, rê û mafdarî her tim sîstema civakeke demokratîk nîşanî mirovan dide û got, "Ji bo avakirina siberojeke azad û demokratîk, ev pêvajo gelekî girîng e. Eger em vê pêvajoyê bi dengê 'na' bibihurÎnin, wê têkoşîna me ya dema pêş hê baştir û bi wate be. Ji bilî vê ti rê li pêşiya me nîne."

'DIBE KU REWŞ JI BERÊ XERABTIR BIBE'

Alî Kenanoglû destnîşan kir, ku weke civaka Elewî ew ji her alî ve li ber mufredata ji ali yê Wezareta Perwerdeya Milî ve hatiye weşandin derdikevin û diyar kir, mufredatên serdemên berê asîmîlasyon li ser Elewiyan ferz dikirin. Kenanoglû got, "Mufredata beriya niha li ser Elewiyan rê li ber asîmîlasyonê vedikir. Mufredata niha ji vê jî wêdetir e. Hê eşkere nekirine ku wê beşa li ser dersên olî çawa be. Dema mirov mufredata îro binirxînin, hingî tê dîtin, ku ji ya dema bihurî xerabtir e. Mufredat li aliyekî, mijara mamosteyên ku vê bicih tînin, hê bi pirsgirêk e. Ji bo afirandina nifşekî nû yê oldar û kîndar, wê pêkanînên ji mamosteyên berê xerabtir bixin meriyetê. Em dibêjin, ev mufredat hem li Elewiyan nayê, hem jî li perwerdeyeke pirengî, demokratîk û zanistî nayê."

'YEKANE CIVAKA KU BI RENGEKÎ BLOK DENGÊ 'NA' BI KAR BÎNE, ELEWÎ YE'

Kenanoglû da zanîn, referandûma tê plankirin û destûra bingehîn a nû, bi kêrî Elewiyan nayên û wiha dewam kir: "Welatên ku Elewî wê bi rengekî xweser dijîn, bi awayekî azad bi baweriya xwe dijîn, welatên demokratîk in. Sîstema nû ya serokatiyê jî, sîstemeke li ser yek milet, yek civak û yek baweriyê tê avakirin. Civakeke mûxafazakar û neteweperest tê afirandin. Ev yek ji bo Elewiyan ne xêr e. Yekane beşa civakê ku weke blok dengê 'na' bi kar bîne, Elewî ne. Tevî hemû cihêrengiya siyasî ya îdeolojîk jî wê dengê 'na' bi kar bînin. Elewî dizanin bê xeteriyeke çawa li berwan e. Wê dengê 'na' bi kar bînin. Saziyên Elewiyan, ji bo sîstema serokatiyê pêk neyê, wê bixebitin."

'BI RENGEKÎ TOPYEKÛN EM BI ERKA XWE RABIN'

Kenanoglû destnîşan kir, ku ev dengdan ji bo Elewiyan mijareke diyarker e û got, "Divê saziyên Elewiyan di vî warî de bi berpirsyarî rabin û bixebitin. Ev hilbijartin wê li ser partiyên siyasî nemeşe. Lazim e Elewî bi vê berpirsyariyê rabin. Weke partiyeke siyasî ji bo encama 'na' jê derkeve, divê bi awayîk topeykûn bi erka xwe rabin."