‘Rêbertiya me xeta me sor e, sebra me nepivîn’
Kurdistanî û dostên wan ku li Strasboûrgê hatin cem hev bi meş û mîtîngekê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û ji Ocalan re azadî xwestin.
Kurdistanî û dostên wan ku li Strasboûrgê hatin cem hev bi meş û mîtîngekê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û ji Ocalan re azadî xwestin.
Kurdistaniyan peyam dan: ‘’Her kes divê baş bizanibe Ocalan sedema man û nemana Kurdan e. Bila kes sebra me nepîve. Ji bo azadiya Serokê xwe me berdêl dan û em ê dîsa bidin.’’
Bi pêşengtiya TJK-E’yê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Strasboûrg a Fransayê bi meş û mîtîngekê Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şermezar kirin û ji Ocalan re azadî xwestin.
Li Place du Marechal de Lattre de Tassîgny’yê Kurdistaniyan pankartên ‘’Jinên Kurd azadiya xwe û rêbertiya xwe dixwazin’’ Em komploya navnetewî şermezar dikin’, ‘’tecrîda li Imraliyê bila bi dawî bibe’’, ‘’Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e’’ hatin hilgirin û heta bi Place Kelberê meşiyan.
Di meşê de dirûşmên ‘’ji Ocalan re azadî’’, ‘’terorîst Erdogan’’, ‘’Ewropa destekê dide Erdogan dikuje’’ hatin berzkirin û têkildarî komloyê belavok hatin belavkirin.
HEZER: OCALAN TEQEZ WÊ AZAD BIBE
Piştî meşê di mîtîngê de wekîla HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer axivî. Hezer komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got, azadiya Ocalan teqez e. Hezer diyar kir komploya bi ser Ocalan de a beriya bi 18 salan bi teşeyên cuda berdewam dike û diyar kir, ‘’Gelê Kurd ê beriya 18 salan û yê niha ne yek in. Îro gelê Kurd xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû komployên li ser pûç bike.’’
HEZER: RAMANÊN OCALAN LI TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN IN
Hezer diyar kir di konaxa berdest de Kurdan komploya 9’ê Cotmehê pûç kirine û got, ‘’Îro ramanên Birêz Ocalan ku tecrîdeke giran li ser heye li Rojava, Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Navîn dijî. Hemû dinya dibîne ku li hêlekê bi ramanên Ocalan ku li Imraliyê tecrîd li ser hey eli Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ’ê têkoşîn tê dayin û li hêla dî jî tê dîtin ku Erdogan li dijî Kurdan pişgiriyê dide DAIŞ’ê
HEZER: EM LI HEMBERÎ KESÊN KU JI ME DITIRSIN ÊRÎŞ DIKIN SERÎ NA TEWÎNIN
Hezer diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan û dixwaze gelê Kurd bixe nava esartekî û wiha got: “Bila her kes vê yekê baş bizane êdî gelê Kurd ne gelê berê ye. Îro ji ber nêzîkatiyên sîstema parastinê ya Rojhilata Navîn êrîşî Kurdan dikin. Erdogan, ji ber ku îro ji Kurdan ditirs, ewqasî êrîşî Kurdan dike. Bajarên Kurdan kavil dike, lê çi bike bila bike gelê Kurd serî natewîne.”
Herî dawî Hezer banga bejdariyê li çalakiyên li Eworpayê kir, daxwaz kir ku divê êdî Ewropa piştgirya xwe ya ji bo Erdogan bi dawî bike.
MAXÎME: DIVÊ EWROPA TÊKILIYÊN XWE YÊN BI TIRKIYEYÊ RE BI DAWÎ BIKE
Piştî Hezer li ser navê Tevgera Ciwanên Komînîst a Fransî Maxîme mafê axaftinê girt û bertekên tund nîşanî Ewropa kir ku çima li dijî kiryarên Erdogan tewir nagire. Maxîme diyar kir ku divê di her alî de têkoşîna gelê Kurd bê piştgirîkirin. Maxîme bal kişand ser şoreşa Rojava û diyar kir ku ji bo pêşeroja gelê cîhanê gelekî girîng e. Maxîme anî ziman ku wê tim bi gelê Kurd re tevbigerin.
Maxîme destnîşan kir ku Ewropa ji ber destkeftiyên xwe qetlîamên Tirkiye li ser gelê Kurd dide meşandin ji nedîtî ve tê û wiha got: “Divê Ewropa hemû têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re qût bike. Bijî Têkoşîna Gelê Kurd.”
GOKSÛNGÛR: TI KES BILA SEBRA ME NEPÎVE
Herî dawî jî li ser navê TJK-E Fatoş Goksûngûr axivî û komploya 9’ê Cotmehê lenet û şermezar kir. Koksûngûr bal kişan ku Ocalan çiqas ji bo Jinên Kurd girîng e. Goksûngûr diyar kir ku jinên Kurd azadiya xwe di azadkirina Ocalan de dibînin. Goksûngûr wiha anî ziman: “Her kes baş bizane jinên Kurd, heta Ocalan azad nebe, bila kes nebêje em azad in. Wê heta azadiya Ocalan ji qadan dernekevin û azadiya Rêbertiya xwe biqîre. Bila ti kes bi Ocalan me gef neke, ti kes sebra me nepîve. Ji bo azadiya Ocalan me berdêl daye û em ê hê jî bidin.”