Rayedarên Med Nûçe TV, li Konseya Ewropayê azadiya çapemeniyê gotûbêj kirin
Rayedarên Med Nûçe TV di konferansê de ku li Konseya Ewropayê bi mijara “Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê” hate lidarxistin, axivî.
Rayedarên Med Nûçe TV di konferansê de ku li Konseya Ewropayê bi mijara “Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê” hate lidarxistin, axivî.
Endamê Yekgirtina Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û wekîlê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu di konferansê de axaftina destpêkê kir, li ser sepanînên li dijî azadiya çapemeniyê ya ku AKP’ê dike hate rawestandin û di serî de Fransa, hate diyarkirin ku divê Ewropa serî li ber van netewîne. Kurkçu bi bîr xist ku di hefteyên dawî de qanûn jî tine tên hesibandin û gelek radyo û televîzyon hatine girtin û destnîşan kir ku divê pêşî li vê bê girtin.
ÇETÎN: AZADIYA ÇAPEMENIYÊ JI BO BERJEWENDIYÊN ABORÎ HATE BERHEWAKIRIN
Ferda Çetîn jî anî ziman ku di serî de Med Nûçe TV, televîzyonên Kurd bi zextê AKP’ê ve ji hêla Eûtelsatê hatine girtin. Çetîn destnîşan kir ku şîrketê berjewendiyên xwe yên aborî esas wergirt û rêgeza azadiya çapemeniyê berhewa kir, bang li Fransa û Ewropayê kir ku xwedî li rêgezên xwe derkevin.
Çetîn, bal kişand ser têkîliya Eûtelsat-RTUK’ê, diyar kir ku şîrketa Eûtelsatê li gel şandina satalaytên A5, A6, A7 ên Tirkiyeyê, gelek îhale ji Enqereyê girtine.
ARSLAN BANG LI SAZIYÊN EWROPA KIR
Edîtor Heval Arslan jî got wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin, anî ziman ku sibehê li Parîsê rûniştina doza wan heye, bendewariya hestiyariyê ji raya giştî û daraza Fransa dikin.
Arslan, ji KE, DMME û YE xwest ku nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk ku li dijî gelê Kurd pêk tîne.
Her wiha, hate ragihandin ku sibehê saet 13.00’an li Konseya Ewropayê bi mijara “li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û medyayê” wê nîqaş bêne kirin û di bernameyê de ku bi pêşengtiya Endamê Koma Çep a MPKE û Wekîlê HDP’ê Hişyar Ozsoy pêk tê, li gel Ferda Çetîn wê ji ÎMC TV jî Ayşegul Dogan baxive.