Raportorê NY ê Azadiya Fikir û Îfadeyê diçe Tirkiyeyê

Raportorê Neteweyên Yekbûyî yê Azadiya Fikir û Îfadeyê Davîd Kaye, wê di nava 13-18’yê Mijdarê de biçe Tirkiyeyê û lêkolînan bike.

Raportorê Neteweyên Yekbûyî yê Azadiya Fikir û Îfadeyê Davîd Kaye, wê di nava 13-18’yê Mijdarê de biçe Tirkiyeyê û lêkolînan bike.

Kaya yê ku wê li Stenbol, Enqere û Amedê bi gelek saziyên mîna rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên sivîl, rojnamevan û akademîsyenan têkildarî azadî û derbirînên li Tirkiyeyê hevdîtinan bike, her wiha wê bi rayedarên Tirk re jî bicive.

Kaya, wê têkildarî lêkolînên xwe yên li Tirkiyeyê raporekê bide Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê ku  Hezîrana 2017’an wê pêk were.