Rapora otopsiyê ya Atakan hat aşkerakirin

Rapora otopsiyê ya Atakan hat aşkerakirin

Kar û barên otopsiyê ya Ahmet Atakan ku di encama bombeya gazê ya ku polîsan avêt ya li Taxa Armutlu ya Antakyayê jiyana xwe ji dest da, temam bû. Cenazeyê Atakan îro saet di 16’an de ji Çekmece-Pinarbaliyê dê bê rakirin.

Ahmet Atakan ku duh li çalakiyan de jiyana xwe ji dest da, otopsiya SaziyaTipa Edlî ya Edenê temam bû.

Endamê Mala Gel Ahmet Atakan ku li nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê jiyana xwe ji dest da, di saetên sibê de cenazeya wî bo otopsiyê birin SaziyaTipa Edlî.

Malbata Atakan û hevalên wî ligel vê gelek kes cenaze pêşwazî kirin û hate diyar kirin ku sedema mirina Atakan, ji ber travmaya beden, şikandina hestiyên serî, xetîna omurîlîkê û xwîn herîna mêjî qewimiye.

Mamê Atakan, Nevzat Atakan da zanîn ku li gorî agahiyên doktoran di serê Ahmet de 4-5 santim şikestin di alî hundir de çêbûye û got ew dê li bende rapora berfireh bin.

Cenazeyê Atakan ji bo bê definkirin şandin bajarojak Çekmeceya Hatayê taxa Pinar başin. Hat hînbûn ku dê cenazeyê saet di 16’an de bibin mala wî ya Çekmeceyê.