'Rapora herî tund a 14 salan'

Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay û Nûnerê HDP'ê yê Yekîtiya Ewropayê Eyup Dorû, rapora Yekîtiya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê nirxandin.

Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay li ser xebatên xwe yên doh ên li nava Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê agahî da û diyar kir, wan û parlamenterên Parlamenta Ewropayê hevdîtin bi CPT re kirine. Yagizay anî ziman, daxwaza wan û ya parlamenteran yek e û got, "Me xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, derfet bên dayin ku karibe malbata xwe, parêzerên xwe bi rêk û pêk bbiîne, mafê nivîsandina name û bikaranîna telefonê jê re bê dayin ku ev yek di rapora CPT de jî hatiye diyarkirin û li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hate qebûlkirin."

Yagizay anî ziman, nêzîkatiy CPT erênî bû û parlamenterên Parlamenta Ewropayê jî nêrînên bi heman rengî parve kirine.

Yagizay rapora li ser Tirkiyeyê jî nirxand ku doh êvarê pêşkêşî dengdanê hate kirin û diyar kir, rapora 2019'an ji sala 2005'an û vir ve di nava raporên hatine amadekirin de ya herî tund e.

Yagizay bi bîr xist, Parlamenta Ewropayê pêşniyar li Konseya Yekîtiya Ewropayê kiriye ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re rawestîne û got, "Biryar a Konseya Yekîtiya Ewropayê ye. Lê belê helwesta Parlamenta Ewropayê ya bi vî rengî, hem pozîsyon û helwesta raya giştî ya Ewropayê ya li dijî Tirkiyeyê nîşan dide, hem jî radixe pêş çavan ku Tirkiye di rewşeke çawa de ye."

DORÛ: DI HEVDÎTINAN DE PÊKANÎNÊN ANTÎ DEMOKRATÎK HATIN NIRXANDIN

Nûnerê HDP'ê yê Yekîtiya Ewropayê Eyup Dorû jî li ser karên xwe agahî da.

Dorû anî ziman, ku ji bo heyet ji Tirkiyeyê re bên şandin ji bo şopandina hilbijartinên xwecihî bang tên kirin û got, "Di raporê de rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê, kiryarên antî demokratîk ên li dijî HDP'ê hatin nirxandin.

Di raporê de bi rengekî vekirî tê xwestin ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re bên rawestandin. Di dema dengdanê de bloka rastgir xwest, têkiliyên bi Tirkiyeyê re bên qedandin. Komên sosyal demokrat, kesk û çep bi giranî ragihandin ku Tirkiye tenê ji Erdogan û AKP'ê pêk nayê, mûxalefeteke demokratîk lê heye û xwestin têkilî bên rawestandin.

Mirov dikarin bêjin ku rapor li gorî bendewariyan derket, bi rengê ku li Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Ewropayê hate nîqaşkirin, hate pejirandin."