Rapora êşkenceya li Şemzînanê: Nêta leşkeran kuştin bû!

Baroyên li Kurdistanê têkildarî êşkenceya li Şemzînanê rapor amade kirin. Heyetê di rapora xwe de êşkence piştrast kirin û diyar kirin ku leşkerên Tirk bi nêta kuştinê li gundiyan dane.

Di 31’ê Gulanê de leşkerên Tirk li bejahiya gundê Korgana Şemzînana Colemêrgê, êşkence li gundiyan kir. Leşkeran bi qûndaxên çekan li gundiyan dan û gelek caran serê wan xistin avê û derxistin.

Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê têkildarî vê êşkenceyê heyetek ava kir û çavdêriyên xwe kir rapor.

Heyetê ji ber êşkenceya li ser 4 kesan bi mexdûran re civiya. Heyetê xwest bi Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê jî hevdîtinekê bike, lê ev daxwaz hate redkirin.

TESPÎT

Heyetê di raporê de cih da van tespîtan:

“1- Êşkence li bejahiya gundê Korganê hatiye kirin û ev der ne ‘herêmeke qedexe ye’.

2- 5 kesên ku êşkence kirine yek jê rayedar e û ji bareha leşkerî ya li herêmê hatine.

3- Êşkence ne li 2 kesan, li 4 kesan hatiye kirin

4- Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Erebî û Mûhsîn çavşî bi dar û qûndaxên tivingan hatine derbkirin. Leşkeran gelek caran serê Nasir Taş xistine avê û derxistine.

5-Nasir Taş bi giranî birîndar bûye û bi derfetên xizmên birîndar ew rakirine nexweşxaneyê. Leşkeran ji xizmên Taş re gotine ku ‘Me terorîstek kuşt, biçin wî bînin.’

6- Bêrîvanên gund û xizmên birîndaran dema ku xwestine biçin cihê bûyerê, heqaret li wan hatiye kirin û gef li wan hatiye xwarin.

7- Kesên ku êşkence kirine ji aliyê mexdûran ve hatine teşxîskirin.

8-Ewraqên di dosyeya lêpirsînê de ligel daxwaza parêzeran nehatiye teslîmkirin.

9-Leşkerên êşkencekar ligel ku hatine teşxîskirin jî hê nehatine destgîrkirin û li ser karê xwe ne.

ENCAM Û PÊŞNIYAZ

Di beşa encam û pêşniyaza raporê de tê diyarkirin ku îfadeya şahidên bûyerê nehatiye stendin, mînaka dosyeya lêpirsînê pêşkêşî parêzerên mexdûran nehatiye kirin, mexdûrên ku bi Tirkî nizanin jî bêyî wergêr û parêzer beyana wan hatiye stendin.

Heyetê xwest ku têkildarî kiryaran divê biryara girtinê were dayîn, lêpirsîneke îdarî were vekirin û heta ku ev lêpirsîn bi encam bibe divê kesên êşkencekar peywira wan were sekinandin, ji bo kesên mexdûr divê şertên tedawiya fizîkî û psîkolojîk were avakirin. Heyetê bang li hikumetê kir ku ji bo ku bûyerên bi vî rengî çênebe, bila îradeyeke xurt derxe holê.