Rapora ÎHD’ê ya li ser girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê

Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê li ser Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê raporek amade kir û diyar kir ku mafê tendirustiyê yê girtiyan tê astengkirin.

Komîsyona Mafên Girtiyan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê rapor amade kir. Komîsyona ÎHD'ê di 18'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê bi girtiyan re hevdîtin kir rapor amade kir. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku gardiyan di nava xwe de maske girê nadin û tevdîrên li dijî şewbê nayên girtin û wiha cih dan raporê.

Girtî D.O. got, “Hemû aktîvîteyên girtiyan hatine betalkirin. Amûrên paqijiyê nadin girtiyan. Koridoran jî em bi xwe paqij dikin. Ji bo kuştinê tenê rojê saetekê ava germ didin. Ava kaniyê nadin. Em avê jî bi pereyên xwe distînin. Yên derfetên wan tune neçar in ku ava bi kîrêç vexwin. Gardiyan car caran ji nişka vê bi ser kawîşan de digirin. Gelek caran muameleyên xerab dikin. Hin caran hefteyê 3 caran li kawîşan lêgerînê dikin. Di vê mijarê de me serî li dozgeriyê û wezaretê da. Lê me tu encam bi dest nexist."

‘ROJNAMEYÊ NADIN GIRTIYAN’

D.O., anî ziman ku rojnameya Yenî Yaşam nadin girtiyan û daxwazên girtiyan ji ber fikrên wan ên siyasî red dikin û got: "Destûr nadin ku em bi Midûrê Girtîgehê re hevdîtin bikin. Îtîrazên me red dikin. Kemal Ozelmali nêzî 27-28 sal in girtî ye. Mazhar Guler Hepatit B ye. Ekrem Baydogan û Mehmet Zahit Şahin girtiyên nexweşiya wan giran in."

‘LÊGERÎNA TAZÎ LI SER GIRTIYAN FERZ DIKIN’

Girtî S.D. jî anî ziman ku lêgerîna tazî li girtiyan ferz dikin û wiha got: "Ez nexweşê KOAH'ê me. Nikarim nefesê bistînim. Berê jî min 2 caran qeyrana dil derbas kir. Divê ez anjio bibim. Bi hinceta şewba vîrûsê me nabin nexweşxaneyê. Gelek girtiyên din ên nexweş jî hene. Bi taybetî rewşa Fatih Ozgur Aydın, Fikret Kara, Umut Gunduz Aydin girtiyên nexweşiya kronîk in. Hemû çalakiyên me betal kirine. Li kawîşan hefteyê 3 rojan lêgerîn dikin. Zorê li girtiyan dikin ku li ser piyan jimartinê bidin. Ji ber ku me piştgirî da Endamên Grup Yorum em rastî muameleya xerab hatin. Ji ber me li derî xist 3 roj cezayên hucreyê dan me. Hin hevalên me 12 rojan di hucreyê de man.”