Qurbaniyên Parîsê li Marsîlyayê hatin bîranîn

Mirovên di komkujiya 13'ê Mijdarê ya li paytexta Fransa Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Marsîlyayê hatin bîranîn.

Mirovên di komkujiya 13'ê Mijdarê ya li paytexta Fransa Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Marsîlyayê hatin bîranîn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê, bi alên YPG û PKK'ê tevlî merasîmê bû. Kurdan di bîranînê de pankarta bi nivîsa "Piştgiriyê bidin Kurdên ku li dijî DAIŞ a barbar şer dikin" hildan û rastî eleqeya Fransiyan hatin.

Di çalakiyê de, piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane find hatin vêxistin û sirûdên enternasyonal hatin xwendin. Hat destnîşankirin, ku têkoşîna li hemberî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê wê bi biryardarî bidome.

...