QSD′ê bîlançoya şerê 3′yê Sibatê eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD′ê bîlançoya operasyonên leşkerî yên 3′yê Sibatê eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya QSD′ê bîlançoya operasyonên leşkerî yên 3′yê Sibatê eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 3’yê Sibatê eşkere kir û diyar kir ku gelek leşkerên Tirkr û çeteyên wê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.
RACO
Şevê din saet 17.00′an herêma Raco bi çekên giran ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker ve hate hedefkirin. Her wiha gundên Cela, Canka, Ceqmaqa û girê Bêla saet di 20.00′an de ji aliyê balafirên Tirk ve hatin bomberdûmankirin.
Îro saet derdora di 11.00′ê sibehê de jî artêşa dagkirker û çeteyên wê derdora herêma Raco topbaran kirin.
CINDIRÊSÊ
Şevê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Qayîde hewl dan li gundên Aşkan Xerbî, Hemam û çiyayê Bîrqedar pêşve biçe. Ev hewldan rastî bersivdayîna şervanên QSD′ê hat û kuştiyên çeteyan çêbûn. Piştî ku hewldan hat têkbirin, balafirên Tirk herêm bombebaran kirin da çeteyên xwe xelas bikin.
ŞERA
Îro saet di 12.00′ê nîvroj de, hêzên QSD′ê tevgera artêşa dagirker a li ser sînor şopandin, alaveke rûxandinê ya artêşa dagirker kirin hedef û bi temamî rûxandin.
Şervanên YPJ′ê îro saet di 01.00′ê nîvroj de li dijî tankeke artêşa dagirker operasyoneke taybet lidar xist û tank bi temamî rûxandin. Operasyon bi dîmen hat belgekirin.
RACO
Îro ji saetên sibehê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin li eniya girê Kevirê Ker pêşve biçin. Şervanên QSD′ê bersiva vê hewldanê dan û li herêmê şer derket. Şer didome û artêşa dagirker derdora girê Kevirê Ker topbaran dike.
GIRÊ SPÎ
Duh komeke çete ya girêdayî dewleta Tirk hewl da derbasî bajarê Girê Spî bibe. Ev hewldan ji aliyê şervanên QSD′ê ve hat bersivandin. Di encamê de hewldan hat şikandin û 4 çete hatin kuştin. Çeteyên din jî ber bi sînorê Tirkiyeyê ve reviyan.″