Qirkirina siyasî: 4 kes hatin girtin
Ji kesên di operasyona qirkirina siyasî de hatine binçavkirin, 4 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistin” hatin girtin.
Ji kesên di operasyona qirkirina siyasî de hatine binçavkirin, 4 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistin” hatin girtin.
Di 30’ê cotmehê de li navçeyên cuda yên Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin û solîsta Koma Hevra Zeynep Dogan û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de 20 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Kesên hatibûn binçavkirin birin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. 12 kes bêyî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ferişîn Kaya, Nûrşîn Orakçi, Abdulsamed Tûran û Îsmaîl Sever ên sewqî dadgehê hatin kirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.