Qirkirina Şengalê li Rûsyayê hate şermezarkirin

Qirkirina Şengalê di salvegera 5'an de li Rûsyayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Kurdên li bajarê Tambovê, li Navenda Çanda Kurd a Tambovê li hev civiyan û cangoriyên fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate kirin bi bîr anîn.

Di civîna bîranînê de sînevîzyonek der barê êrîşên dijî Şengalê û berxwedanê de hate nîşandan.

Ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd a Rûsayayê Fatma Arîn li civînê axivî û diyar kir, çeteyên DAÎŞ'ê bi êrîşa dijî Şengalê re xwestin ku îradeya Kurdan bi temamî ji holê rakin.

Arîn anî ziman, dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê kir belayê serê gelê Kurd û got, "Şengal ji bo civaka Kurd qadeke pîroz e. Li vê xaka pîroz bi rijandina xwîna Kurdan xwestin îradeya gelê Kurd têk bibin. Di êrîşa DAÎŞ'ê de ya li Şengalê para dewleta Tirk zêde ye. Lewma bi qasî DAÎŞ'ê dewleta Tirk û hevkarên wê yên herêmê ji êrîşa 3'ê Tebaxê berpirsyar in."

ERŞOV

Kurdistaniyên li navçeya Erşov a bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, bi wesîleya salvegera 5'an a qirkirina Şengalê daxuyaniyek ji çapemeniyê re ragihandin.

Girseya gel bi vê armancê li ber Navenda Çanda Kurd a Erşovê li hev civiya. Ji rêveberên Meclîsa Gel a Erşovê Mîrzaelî Yûsûbov axivî û êrîşa dijî Şengalê şermezar kir.

Yûsûbov diyar kir ku ya li Şengalê hate kirin qirkirin bû û got, "Divê dinya vê qirkirinê nas bike. Beriya her tiştî divê dewlet Rûsyayê vê êrîşa dijî gelê Kurd weke qirkirinê nas bike. Kurd divê yekîtiya xwe xurt bikin ku careke din êrîşên bi vî rengî li wan neyên kirin. Bi taybetî partiyên Kurd divê ya li Şengalê qewimî bibînin û ji bo yekîtiya neteweyî bikevin nava hewldanan."