Qirêjiya hewayê li Wanê rê li ber nexweşiyan vedike
Qirêjiya hewayê li Wanê rê li ber nexweşiyan vedike
Qirêjiya hewayê li Wanê rê li ber nexweşiyan vedike
Ji ber komira bê kalîte ya Walîtiya Wanê di bin navê alîkariyê de li gel belav kir, hewa li bajarê Wanê gemarî bû û gefeke mezin li xweza û jiyana mirovan dixwe. Aktîvîstê Eko-Ciwan ê Wanê Cevahîr Yîgît Boke da xuyakirin ku li gorî lêkolînên hatine kirin, li Wanê hejmara mirovên ji ber pirsgirêkên hilmstendinê serî li nexweşxaneyan dane, zêde bûye û hişyarî da rayedaran.
Li Wanê, bi hatina mehên zivistanê re, qirejiya hewayê ya her sal tê jiyîn, îsal jî xwe da der. Qirêjiya hewayê ku di salên dawî de rê li ber zerarên mezin ên xwezayî vekir, tê destnîşankirin ku ji ber komira bê kalîte ya Walîtiya Wanê û AKP di bin navê alîkariyê de li gel belav dike, rû dide. Ji ber qirêjiya hewayê, îsal jî hejmareke zêde mirovan, ji ber pirsgirêkên hilmstendinê serî li nexweşxaneyan dan.
'QIRÊJIYA HEWAYÊ PIRSGIRÊKÊN HILMSTENDINÊ ZÊDE KIR'
Aktîvîstê Eko-Ciwan ê Wanê Cevahîr Yîgît Boke der barê mijarê de nêrînên xwe ragihand û diyar kir ku qirêjiya hewayê bi taybetî danê êvarê bi zelalî tê dîtin. Boke got, "Ev demeke dirêj e belayê belavkirina komira hikûmetê li ser serê me ye. Piraniya mirovên tên Nexweşxaneya Herêmê û Lêkolînê ya Wanê, ji ber pirsgirêkên bêhnstendinê ne. Di vê mijarê de pisporan beriya niha daxuyanî dabûn."
'DIVÊ SÛD JI ENERJIYA ROJÊ BÊ GIRTIN'
Boke anî ziman ku diê xebatên li ser gaza xwezayî bên zêdekirin û got, "Pêwîste bermayînên malî, veguherînin sotemeniyê. Ev êdî bûye rewşeke ji rêzê, lê li welatê me hînê çareseriyeke bi vî rengî nîne. Komir bi awayekî cidî karbondîoksîtê li derdorê belav dike û ev jî astimê dijwar dike. Hem xwezaya me hem jî jiyana mirovan di bin gefê de ne. Ev xebat xebatên nikarin bên kirin nînin. Mînak; li gundan sergîn tên bikaranîn û derket holê ku bikaranîna sergîn bandorek neyînî li nexweşên astimê nake. Li hemberî bikaranîna komirê divê bikaranîna sergîn were teşwîqkirin. Dibe ku ev li bajaran nayê kirin, lê li gundan dikare were bikaranîn. Her wiha divê sûd ji enerjiya rojê were girtin. Wan ji aliyê enerjiya rojê ve gelekî bi avantaj e, lê em vê li bajarê xwe nabînin."