Qîra ji Roboskê bilind dibe: DAD-Beşa-I

Qîra ji Roboskê bilind dibe: DAD-Beşa-I

“Fermana kuştinê bi cih anîn, mija hêşîn ya çiya, û bayê sibê ye hinik û sivik, paşê li wê derê tifing daçikandin, li paşilên me hûr nêrîn nihêrtin, lê geriyan, êdî navê me dê derkeve bi keleşiyê, qaçaxçitiyê, rêbir, xayiniyê…” Helbestvan van rêzikan di helbesta “33 Gule” de nivîsandiye. Weke ku piştî bi dehan sal bûyera Roboskê vebêje. Rêzikên vê helbestê, piraniya wan zarok 34 Kurdên ku li Roboskî û hêstirên wan ên ku hatin qetilkirin tîne bîra mirov. Heta niha ti berpirsên vê komkujiyê nehatine darizandin û yên ku piştî komkujiyê bûn mexdûr careke din gelê Roboskî bû. Malbatên qûrbaniyên komkujiyê bi gef, binçavkirin, biçûkxistinê re rû bi rû man.

Salek bi ser Komkujiya Roboskî ya ku 28’ê berfanara 2011 li gundê Roboskê yê navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 Kurd hatin qetilkirin, re derbas bû. Heta niha tenê yek ji berpirsên vê komkujiya wehşet ku goştê laşê zarok û hêstiyan tevlîhev bibûn, nehatine darizandin.

Weke her carê komkujî ji bo gelê Kurd rewa hate dîtin û piştî Roboskê jî di ferasetê de tu tiştek nehate guhertin. Bi hinceta veşariyê heta niha derbarê lêpirsîna ku hate destpêkirin de tu agahiyek nehatiye dayin û tu kesek tu tiştek derbarê aqubeta vê lê pirsînê de nizane.

BÎRANÎNA KOMKUJIYÊ

Hecî Encu yê 19 salî ku ji êrişê filitîbû: “Em komek ku ji 40-50 kesî pêk dihatin di roja 28.12.2011 di demjimêr 16:00’de ji bo ku herin mazot û zexireyên xwarinê bînin çûn ser sînor bi hêstiran me sînor derbas kir. Me bi taybet qereqol agahdar nekir, lê ji xwe haya wan ji çûndin û hatina me hebû. Armanca me anîna şekir û mazotê bû. Heta dema em çûn me dengê Herona bihîst, lê ji ber ku em her dem di vê rê de dihatin û diçûn me rêya xwe berdewam kir. Me bi şev di demjimêr 19:00’an de barê xwe li hêstiran barkir û em ketin rê. Nêzî demjimêr 21:00’an, em nêzîkê sînor bûn. Em gihêştin zozanên gundê xwe zozan tam li ser sînor e. Li wirê yekem car fişengên ji bo ronîkirinê dûvre jî top û obês hatin avêtin. Me barê xwe danî wî alî sînor. Hima wê gavê balafir hatin û dest bi bomberanê kirin. Em du kom bûn, di navbera koma yekem û dûyem de 300-400 metir hebû. Hima bi dengê topan re balefiran li me da ji ber ku leşkeran zozanên me girtibûn ji bo em derbasî vî alî bibin tu rê nemabû. Ji ber vê yekê komên me ji neçarî tengav bûn û hatin li heman cihê li hev kom bûn. Di dawiyê de em bûn du komên mezin. Di bombebarana yekem de koma ku nêzî 20 kesan pêk dihat hat îmhakirin.

HESABÊ KOMKUJIYÊ JI MALBATAN HATE PIRSÎN!

Li gel hemû hewldanên BDP, sazî û rêxistinên sivîl, heta niha derbarê mijarê de ne tu lêborînek hatiye xwestin û ne jî di pêvajoya huqûqî de tu pêşketine çêbûye. Berovajiyê vê yekê gundiyên Roboskî ku xwestin komkujî ji aliyê raya giştî ve were dîtin, bi dehan caran hatin tehdîkirin û xizmên qûrbaniyên komkujiyê bi dehan car hatin binçavkirin. Komîsyona Qilaban a ku girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Tirk e heta niha derbarê komkujiyê de ti daxuyaniyek ku mirov bes bibîne nekiriye. Her wiha, di xebatên komîsyonê de tu pêngavek liberçav nehatiye avêtin. Piştî komkujiyê Serokweazîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan lêborîna li hemberî vê komkujiyê gelek dît û li ber çavê hemû mirovahiyê got ‘em ê tazmînatê bidin’ û edaleta ji bo mirovên hatin qetilkirin bi vî awayî pênase kir.

MIROVAHÎ AVÊTIN BIN LINGAN!

Her çendî salek bi ser komkujiyê re derbas bû, heta niha tu sazî an jî rayedarek dewletê komkujiyê weke komkujî qebûl nekiriye û bi vî awayî bi dehan car rûyê xwe yê rast nîşan dane. Rayedarên Tirk hewl didin bi “hinceta” “ endamên PKK’ê, rêzanên PKK’ê bûn, qezaya operasyonê û agahiya şaş” dixwazin komkujiyê veşêrin. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan herî dawî ji bo kesên li Roboskî hatin qetilkirin wiha got: “Ne diyar e ka ew sivîl bûn an na. Me ji bi qasî ku dihat xwestin tazmînatê daye. Ev herêm herêma terorê ye. Li herêmeke wiha, Hêzên Çekdar ên Tirk nizane ka ev Ehmed e an jî Mehmed e. Hêzên me yên çekdar vê wezîfeya xwe jidil kirine. Dibe xeletî be. Me lêborîna xeletiyê aşekre kir. Ji bo Xwedê, ger tazmînat be, me tazmînata wan daye” û xwest ku Kurd bi tazmînatê “xwînê” ji bîr bikin.

Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, diyar kir ku fermana bombebarana ku bû sedema kuştina 34 kesan ji aliyê fermandarê leşkerî yê ku dîmen temaşe kirine ve hatiye dayîn. Şahîn, diyar kir ku fermana bombebarana li Qilebanê ya ku 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan fermandarên dîmen temaşe kirin da. Şahîn, da zanîn ku li Qilabanê tiştê ku lêborînê bixwazin tuneye û psîkolojiya sûcdariyê jî najîn. Şahîn di axaftina xwe de berpirsiyarê komkujiyê jî weke kesên jiyana xwe ji dest dan û BDP nîşan da û wiha got: "Divê ev civanên me li wir neban. Fermana qaçaxçîtiyê BDP dide."

Serokkomarê Tirk Abdullah Gul fermandarê Hêzên Hewayî yê Tirk ê ku weke berpirsê komkujiya Roboskî tê zanîn “ji ber xizmeta mezin a ji bo dewletê” xelat kir.

EV SALEK E YÊ KU DIGOT ‘XELETÎ HEBE, NAYÊ VEŞARTIN’ LI KÛ YE?

Piştî bi saetan bi ser komkujiya Roboskî re derbas bû çapemenî û rayedarên Tirk tu daxuyanî û nûçe belav nekirin. Piştre Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyin Çelîk daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Tirk li herêma Sineht a Heftenînê êrîşek li dar xistine dû encamê de 35 hemwelatî jiyana xwe ji dest dane. Huseyin Çelîk diyar kiribû ger xeletiyek di vê bûyerê de hebe, dê ev yek neyê veşartin. Lê her çendî salek derbas bû, gotinên Çelîk tenê li wir man.

PEYMANA CENEVRE HATE BINPÊKIRIN

Peymanên Cenevreyê, an jî Konvasyonên Cenevreyê li ser esasê huqûqa navneteweyî ya mirovahiyê pêk hatin û 12’yê tebaxa 1949’ê de di vî warî de peymanên girîng hatin morkirin. Lê Tirkiye dîsa jî peymanên Cenevreyê nas nake. Tişta li vir balkêş ew e ku Tirkiyeyê Peymanên Cenevreyê îmze nekiriye. Li gel vê jî ev 30 sal in van peymanan bin pê dike. Tirkiye bi taybet madeya 3’yemîn a peymanê de ku kuştinên sivîlan ên di dema pevçûnan de, kuştinê bê daraz, windakirinê bi darê zorê, kuştinên kiryar nediyar, girtinê neheq, valakirina gundan bi darê zorê.... Roboskî jî yek ji van binpêkirinên peyamnê ye.

LÊPIRSÎN DOZGERIYÊ..

Roja 5’ê çileyê, Dozgerê Taybet ê Amedê ji bo komkujiyê ferman da Dozgerê Roboskî û hevdîtinên telefonê yên hemû rayedarên leşkerî xwest. Lê heta niha bi hinceta “veşartî” ye, tu tiştek ji aqubeta lêpirsînê nayê zanîn.

Teşkîlata Sîxûrî ya Neteweyî (MÎT) a Tirk di daxuyaniya der barê komkujiya li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat û 35 kes têde jiyana xwe ji dest dan, de got; “Teşkîlata me tu agahiyên sîxûrî parve nekir. Me agahiya ku dibêje dê komek derbasî Tirkiyeyê bibe nedaye.” Li aliyekê hikûmeta tirk ji bo komkujiya Roboskiyê got “Qezaya operasyonê”, Serfermandariya Tirk got “Me got qey PKK’yî ne. Li aliyê din jî Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan bi nunerên çapemeniyê re hevdîtin pêk anî got; “Ev qas agahiyên zelal hatine dayîn, çima ber bi aliyên din ve dibin, min vê yekê fam nekir.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Pêşî em dixwazin careke din rastiyê vebibêjin; di 28’ê berfanbarê de 35 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Teşkîlata me der barê cih, dem û derbasbûna vê komê de tu agahî nedaye.”

BDP’Ê KOMKUJIYÊ BIR BER DESTÊ DADGEHÊN AVNETEWEYÎ

Roja 24’ê Çileyê, BDP’ê derbarê komkujiyê de raporek amade kir. Nameya vekirî ya Hevserokên Giştî yên BDP’ê û raporên sazî û rêxistinên sivîl tevî wêne û belgeyan ji rêxisitnên navneteweyî re hatin şandin. Rapor bi rêya emailan ji Serokê Sosyalist Enternasyonal Andreas Papandreu, Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban kî Moon, Sekreterê Giştî yê NATO’yê A.F. Rasmussen, Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewropayê Thomas Hammerberg, Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schultz, Ji Ce-OHCHR Thorbjon Jagland, Serokê Koma Parlementoya Ewropayê Martin Collanan, Seroka Koma Parlementoya Ewropayê Nigel Farage, Hevseroka Koma Parlementoya Daniel Cohn Bendit, Serokê Koma Parlementoya Ewropayê Joseph Daul, Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA), Rayedarê IAEA Knut Vallebaek, Serokê PES’ê Sergei Stanishev, Sekreterê Giştî yê IAEA’yê Lamberto Zannier, Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê re hate şandin.

Di çileya 2012’ê de Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, ji ber Komkujiya Roboskiyê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dabû û dosya ji DCN’ê re şandibûn. Di serlêdanê de cih dan daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên der barê komkujiyê de û hate diyarkirin ku ew bawer nakin ku lêpirsîneke baş ji aliyê rayedarên hikûmetê ve bê kirin. Di dosyaya serlêdanê de çavdêrî, wêne, girtek, têbinî, nêrînên partiyên siyasî, nasnameya cangoriyan, belgeyên otopsiyê û çîrokên jiyana wan cih girtin. DCN’ê di nameya ji Demîrtaş û Kişanakê re şand de got; “Dozgeriya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, dokuman û nameya we wergirtiye. Ev yek çûye ber destê Ofîsa Tomaran a Pêkanînê. Em name û dokumanên ku we ji me Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re şandiye, di çavçoveya Statûya Romayê de, dinirxînin. Çawa ku me biryar girt, em ê biryar û hincetê wê bi awayeke nivîskî ji we re bişînin”. Her wiha, BDP’ê ji ber Komkujiya Roboskiyê serî li Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê jî dabû.

KOMKUJÎ BI PÊBAWERIYA TEZKEREYA LEŞKERÎ PÊK HAT’

BDP’ê di serlêdana xwe de bal kişandibû ser van esasan: “Bombeberan bi biryara hejmara 903 û dîroka 17’ê cotmeha 2007’an de ya Meclîsê bo hikûmetê hatiye dayîn. Herî dawî di dîrok a12’ê cotmeha 2010’an û biryara hejmar 975’asn salekî hat dirêjkiri. Piştre di 17’ê cotmeha 2011’an bi tezkereya ku hat dirêjkirin hat çêkirin. Tezkere li dijî xala 92’emîn ya Makeqanûnê bû. Lê di mijara serlêdanê de di hukmê Makeqanûnê de sînorê makeqanûnê ku wekê ‘Peymanên navnetewî yê ku tirkiye alîgire û ji bilî rewşên ku rêbazên rêzdariyên netewî’ hatiye derbas kirin. Peyman û lihekvirinên navneteweyî yên ku de barê mafê mirovan de Tirkiye alîgirê wê ye, Peymanên Cenevreyê, li derveyê nirxên hiqûqî yên mirovan hatine hiştin û ev operasyon pêk hatine. Dema lêpirsîn hatiye destpêkirin û delîl tên lêkolînkirin di bûyerêde tê dîtin ku yekineyên leşkerî agahiya wan ji ‘gundiyên kaçaxvan’ hene û koma ku hatiye hedef girtin sivîl in.

ICAD’Ê JÎ GILIYÊ TIRKIYEYÊ GILÎ KIR

Komîteya Navneteweyî ya li dijî Windakirinên di Binçavan de (ICAD) Komkujiya Roboskjî ya ku 28’ê berfanbara 2011 li navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 sivîl jiyana xwe ji dest dan bir ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li bajarê Den Haag a Holandayê. ICAD’ê ji ber Komkujiya Roboskiyê gliyê dewleta Tirk kir û diyar kir ku dewleta Tirk sucê mirovahiyê kiriye, her wiha xewst ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, Serokkomar Abdullah Gul û Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel bêne darizandin. ICAD’ê belge û agahiyên derbarê komkujiya Roboskiyê de jî pêşkêşê DCN’ê kir.

JI ROBOSKÊ BER BI ENQEREYÊ MEŞA AŞTIYÊ

Bi mehane ji bo Roboskê edelet tê xwestin, lê ji nedîtîve tê. Ji bo Roboskiyên ku hatin qetilkirin, rastî heqeretan hatin, rastî tehdîda hatin, redkarê wijdanî Halîl Savda ji Roboskê heta Enqereyê bi armanca hestiyariyê ava bike di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meş da destpêkirin.

Wezareta Navxweyî ya Tirk di dawiya hefteyê 4’emîn de di 30 nîsanê de der barê komkujiyê de raporek pêşkêşî Komîsyona Lêkolînê ya Qilabanê ya Meclîsê kir û wiha gotibû: “Di dîmehên ku heronan kişandiye de şemitandin heye.” Her wiha hat îdiakirin ku wezîrê karê hundir, fermandarê giştî yê cendermeyan û Walî di vê mijarê de nehatine agahdarkirin, ji derveyê bûyerê ne. Hate îdiakirin ku operasyon ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî hatiye îcrakirin.

PIRSÊN KU SALEKE BERSIVÊN WAN NEHATINE DAYÎN

Piştî komkujiyê rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên pîşeyî, sasiyên sivîl, lêkolîn kirin û pirsên ku amade kirin bi hevkariya rayagiştî ji di serî de pêşkêşî hikûmeta AKP’ê û merciyên berpirs kiribû. Pirsên ji aliyê raya giştî ve tên zanîn û ev saleke bersiva wan nehatiye dayîn wiha ne:

* Piştî komkujiyê agahî dane leşkeriyê û ligel ku qereqol û kuleyên şopandinê nêzbûn,ligel ku navber pir nêz bû, çima tu peywirdar nehatine cihê bûyerê, çima rayedarek neçûye cihê bûyerê.

* Piştî komkujiyê çima destûr nedane ambulans û peywirdarên tenduristiyê yên ku ji Şirnex û cihên din çibûn.

* Tê îdiakirin ku hinek kesê bi giranî birîndar ji ber sermayê û ne mudaxalekirinê jiyana xwe ji dest dane. Çima kesên têkildar neçûne cihê bûyerê û divê sedema van mirinan yek bi yek û kite kite wan derkeve holê.

* Ji ber ku gundî bi salane vî karî dikî divê der barê bûyerên berê de ku dişin van bûyeran an na lêkolînek taybet bê kirin. Di vê bûyerê de qest û îhmaleke qereqolan ku girêdayê gunde heye an na, bê lêkolînkirin.

*Divê îdiayên ku beriya ku ‘biçin qaçaxçitiyê gundî û cerdevan hatine agahdarkirin ku operasyon pêk hatiye û di vê bûyerê de leşker bi roj kesên diçin kaçaxvaniyê dibînin û ligel vê agahiyê nadin wan. Ev îdia divê bên lêkolînkirin û ronîkirin.

* Îdiayên der barê ku qaçaxçiyên mal û amûr didin qaçaxçiyên belavkar, agahiya ‘ ev qaçaxîtiya we ya dawî ye’ dibihîzin û agahiya wan pê heye, çiye, ev bombebaran ji pêş de dihat zanîn an na divê bê lêkolînkirin.

* Di dîmehên ku Heronan kişadiye de tê dîtin ku bar tê kişandin, der barê vê de agahî hatiye dayîn an na, bi îdiaya ku bi çekin an na hatiye tespîtkirin, bi sedemê Heronan agahiya bi çekin an na daye an na. Der barê ku ev kom sivîle, raporek hatiye dayîn an na, divê ronî bibe.

* Di taybetiya bombe û teqemeniyên di komkujiyê de hatine bikaranîn hedef, rêjeya wan çiye çiqase bê tesbîtkirin.

* Piştî komkujiyê di navbera fermandarê navnda hewayî bi balafirên ku êrîşê pêk tîne, bi cerdevanên gund û keyayên gund re pêk tîne divê qeydên wan/ nokteya hevdîtinê û navbera wan bên ronîkirin.

* Piştî komkujiyê komên ji gund derdikevin ji aliyê leşkeran ve tên pêşwazîkirin û piştî gundî diçin ji rê vediqetin. Ev agahî divê bên lêkolînkirin.

* Li gorî daxuyaniya Fermandarê Gitşî dîmenên pêşî yên di balefirên bê mirov de saet di 18.39’an de htiye dîtin, bombeberan di 21:37’an de hatiye kirin. Di nava van 3 saetan de tu agahî ji hêmayên herêmê hatine girtin/agahiyek din hatiye girtin? Ger nehatibe girtin çima hewcedarî nedîtine.

* Dema mirov li dxuyaniyên merciyên fermî dinêrin ku dibêjin ‘wekê endamê rêxistinê dîtine û lêdane’, komeke wisa be jî gelo ev awayê înfazkirinê dibe hinceta mafdarî û rewabûnê?

*Hinek cenaze şewitîne û reşbûne. Di çekên hatine bikaranîn de madeya kîmyewî hatiye bikaranîn an na?

* Heta niha li cihê ku komkujî pêk hatiye operasyon hatiye kirin an na? Ger hatibin kirin jî di kîjan dîrokan dehatiye kirin.

* Şeva ku komkujî pêk tê serê sibê dema gundî bi derfetên xwe cenazeyên xwe digirin, helîkopter digerin, armanca wan çiye, bi çi hincetan digerin?

* Piştî bûyerê leşkerên herêmî û rayedarên sivîl bi telefonê li malbatan digerin û dibêjin cenazeyan ji hev cuda defin bikin, divê ev bê ronîkirin.

* Hikûmet û rayedarên herêmî ligel ku bûyer dizanibûn çima daxuyaniyek nedan û raya giştî agahdar nekiriye.?