Qeyûm êrîşa li ser demokrasiyê ye

Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, darbeya li 3 şaredariyan êrîşa li ser daxwaza demokrasiya rasterast a gel û êrîşa li ser vîna jiyana hevpar e.

Taşdemîr diyar kir, AKP li siyaseta nav xwe û li ya cîhanê têk diçe, bi êrîşa li ser Kurdan û destkeftiyên wan dixwaze vê pêvajoya hilweşîna xwe rawestîne û got, roj roja xwedîderketina li demokrasiyê ye.

BI DIJMINATIYA LI SER KURDAN DIXWAZE VÊ REWŞÊ JI SER XWE BAVÊJE

Taşdemîr anî ziman, desthilata AKP-MHP'ê  ya ku li Sûriyê polîtîkaya wê ya esasî ew bû ku Kurd tiştekî bi dest nexin û ji ber ku li Rojava pir zorî lê bû, bi dijminatiya li ser Kurdan dixwaze vê rewşê ji ser xwe bavêje.

Taşdemîr her wiha got, di siyaseta navxwe de jî AKP di hilbijrtinên 21'ê Adarê û 23'yê Adarê de li pey hev derb xwariye, bi kûrkirina polîtîkayên şowenî dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne,

Taşdemîr diyar kir, ev şikestin ji hêla desthilatê ve mîna destpêka têkçûnê xwe hate şîrovekirin û bi tolhilanîna ji stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê, dîsa bi êrîşa li ser Kurdan û destkeftiyên wan hewl daye ku vê pêvajoyê rawestîne.

Taşdemîr bi berdewamî got qeyûm êrîşa li daxwaza demokrasiya rasterast a gel û êrîşa li ser vîna jiyana hevpar e. Taşdemîr anî ziman, bi dijberiya li Kurdan, bi milliyetgirî û faşîzmê dixwazin tehekûmê ava bikin, bi derew û operasyonên têgihiştinê dixwazin civakê qani bikin û bidin ber civakê lê tecrûbeya ku stratejiya HDP'ê derxistî holê, hem jî daxwaza giştî ya demokrasiyê pêşî li vê digire.

NÎŞANEYA POLÎTÎKAYÊN BI DIJMINATIYA JINÊ YE

Taşdemîr bi bîr xist ku pergala hevseroktiyê dikine hinceta desteserkirina vînê û got, ev jî polîtîkayên 18 salan ên bi dijminatiya jinan a AKP'ê nîşan dide.

Taşdemîr got encex ku mirov bibe yek dikarin pêşî li vê hişmendiya faşîst, zordar û yasayan nas nake, rawestîne û got divê hêzên demokrasiyê xwe tevlî pêvajoyê bikin.

AQILÊ DEWLETÊ YÊ DUBARE

Taşdemîr bi bîr xist Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama dawî de ''aqilê dewletê'' destnîşan kiriye û got, ''Rêzdar Ocalan ev 20 sal in li Girtîgeha Imraliyê ji bo çareseriya demokratîk a Kurd hewl dide. Lê di rewşa berdest de ew aqilê ku şerê Kurd û Tirkan gur dike, dixwaze hemû daxwazên demokratîk ên Kurdan biçewisîne û ev 100 sal in dubare dike, sazkar bûye. Jixwe tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan jî nîşan dide ku aqilê dewletê çendî ji rasyonaliyê dûr ketiye û çawa ji aliyê ne meşrû nêzî meseleya Kurd dibe. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje bersiveke ji bo Imraliyê ye.''