Endamên Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskiyê ku ji bo 34 welatiyên ku 28’ê Kanûna 2011’an ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin kom bûn, di meha 68’an a qetlîamê de li hev civiyan, li Qada Sakaryayê qetlîam şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta “Bila qatil bên dîtin, Êdî Roboskî pêk neyê” hate vekirin gelek polîs jî li qadê amade bûn.
Li ser navê Însyatîfê Ji Komîsyona Girtîgehê û Rêvebera Şaxê ÎHD’ê yê Enqerê Nûriye Çevîrmen daxuyanî da çapemeniyê. Çevîrmen got: “Qetlîama Roboskiyê, darbeya herî cidî ya di nava salê dawî de ku ev deh sal in texrîb dike, li aştiyê, jiyana azad û wekhevê hatiye xistine.”
‘HETA KU BERPIRSÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ NEYÊN CEZAKIRIN’
Çevîrmen diyar kir ku heta berpirsên qetlîama Roboskiyê, yên leşkerî û siyasî biryar dayîn neyên cezakirin, bi boriyê re hevrû nabîn û hesabxwestina ji darbekeran nayê bawerkirin. Çevîrmen destnîşan kir ku heta ku Roboskî neyê ronîkirin, li welat em nikarin behsa siyaseta sivîl û demokratîkbûnê bikin. Çevîrmen got: “Roboskî, di çarçoveya nirxên mirovahiyê de di asta sembola pêşxistina bi hev re jiyanê de ye.”
‘EM Ê BI BERDEWAM DAKEVIN KOLANAN Û BAXVIN’
Çevîrmen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tevî şertên Rewşa Awarte jî wê qêrîna aştiyê, daketina kolanan a xwe bidomînin. Çevîrmen wiha pêde çû: “Niha jî, gavên ji bo girêdana bi yek kesê ve ya dewle, parlemento, îstixbarat, hewldana avakirina rêxistina hiqûqê tê avêtin. Bi hev re ji bo parastina edaletê û em ê dakevin kolanan û axaftinên xwe bidomînin.
‘DESTPÊKÊ RÊYA AŞTÎ Û EDALETÊ LI ROBOSKIYÊ RE DERBAS DIBE’
Çevîrmen a herî dawî got: “Em, terîfa jiyana lêgerîna edalet û bi hev re di nava şatiyê de ne.” Çevîrmen diyar kir ku li dijî şideta dewlet û deshilatê, ji bo Roboskî û hemû jinan edalet daxwaz bikin heta roja ku edaletê pêk were wê bi rehet nerazin, nedin ji bîr kirin. Çevîrmen destnîşan kir ku destpêkê rêya edalet û aştiyê bi teqez li Roboskiyê re derbas dibe.”