Qerdiyanan li girtiyê nexweş dan, bi erdê ve kaş kirin

Li Girtîgeha Osmaniye, piştî ku girtiyê nexweş Sabrî Kaya qebûl nekir li ser piyan girtî hijmara xwe bibêjin, qerdiyanan li Kaya wan û ew bi erdê ve kaş kirin.

Li gorî nûçeya MA'yê Li Girtîgeha Osmaniye, girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê ji sedî 25 dilê wî dixebite ji ber ku hejmara  li ser piyan qebûl nekir, ji aliyê gardiyenan ve hat derpkirin û gardiyenan ew bi erdê re kaş kirin.

Kaya, dema ku bi malbatê re hevdîtin kir, got li girtîgehê maf pir têne binpêkirin û wiha ji malbata xwe re axivî: “Li girtîgehê ferzkirin keyfî hene. Dema ku em van pêkanîna qebûl nakin li me didin. Qerdiyanên serê sibê ji bo hijmarê ketin qawişa me, hejmara li ser piyan li me ferrz kirin. Gava ku me ev qebûl nekir, bi cop, zeleh û pehînan êrîşî me kirin. Em bi erdê re kaş kirin û îşkencê li me kirin. Di dema êrîşê de, ez ji ser hişê xwe çûm. Nexweşiya min a kronîk a dil heye. Li gel vê yekê jî êşkence li min û hevalên min kirin. Tu ewlekariya canê me tuneye. Em bang li parazvanên marên mirovan û raya giştî ya bi hestiyar dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”

Keça Kaya Dîlan Kaya, anî ziman ku qerdiyenan bavê wê derb kirine û wiha axivî: “Di hevdîtinê de bavê min ji me re got em wisan fêr bûn. Nexweşiya bavê min a kronîk a dil heye. Dilê bavê min ji sedî 25 dixebite. Nexweşiya wî ya şekir heye. Tu mafê wan nîne ku wisan li girtiyek nexweş bikin. Derbarê jiyana bavê min de fikarên min hene. Bavê min 10 salin di girtîgehê deye. Li Osmaniyê rastî binpêkirinên mafên cîdî tên. Em dixwazin dawî li vê îşkencê û zilmê were.”