Qedexeya derketina derveyî welat a li ser nûçegihanan didome
Di 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê' de biryar hate standin ku qedexeya derketinê ya li derveyî welat bidome.
Di 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê' de biryar hate standin ku qedexeya derketinê ya li derveyî welat bidome.
Doza ku di nav raya giştî de bi rengê "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" tê nasîn û 46 nûçegihanên Kurd têne darizandin, cara 14'an li Dadgeha Cezayê Giran ê 3'yan a Stenbolê li Çaglayanê hate dîtin.
Şandeya Dadgehê daxwaza rakirina qedexeya li derveyî welêt a nûçegihanan bi hinceta xala 5'an a biryarnameya bi hejmara 667'an qebûl nekir û rûniştî heta 7'ê Îlonê hate taloqkirin.