PYD û Rûsya li ser çi axivîn?
Nûnerê PYD'ê yê li Fransayê Xalid Îsa, li ser hevdîtina xwe ya li Rûsyayê, ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hatibû vexwendin, agahî da ANF'ê.
Nûnerê PYD'ê yê li Fransayê Xalid Îsa, li ser hevdîtina xwe ya li Rûsyayê, ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hatibû vexwendin, agahî da ANF'ê.
Nûnerê PYD'ê yê li Fransayê, ku yek ji endamên heyeta PYD'ê ya li Moskowayê ye got, "Me ji wan re got, "Sûriyeyeke demokratîk ancax bi projeya me aram bibe û aştî lê bi cih bibe."
Îsa bersiv da pirsên ANF'ê.
Di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de we li ser çi nîqaş kirin?
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di destpêkê de behs kir bê li Asta çi bû. Beşek mezin a nîqaşê li ser wê Destûr Bingehîn çêbû. Ew projeya ku wan pêşniyar kiriye, hat nîqaşkirin. Beşa mezin a axaftina Lavrov li ser vê mijarê bû. Paşê, piştî ku ew ji civînê derket, Cîgirê Wezîr û Nûnerê Serokdewletê Rûsyayê Birêz Bagdanov û çend berpirsyarên din, me bi wan re jî nîqaş kir. Hem li ser vê Destûra Bingehîn, hem jî amadekariyên ji bo Cenevre ya 4'an her kesî nêrînên xwe anîn ser ziman.
Civîna Cenevreyê wê kengî pêk were?
Civîna li Cenevreyê berê di 8'ê meha Sibatê bû. Niha taloqî 28'ê Sibatê kirin.
Wê Kurd tevlî vê civînê bibe gelo?
Ji xwe ew dibêjin, anha jî destnîşan kirin, ku bêyî Xweseriya Demokratîk, bêyî nûnerên gelê Kurd, bi taybetî PYD, aştî pêk nayê. Ji ber vê yekê, gava ku me dît nûnerên hinek bi navê opozîsyonê behs dikin, yên ku kurtilxurên dewleta Tirk in, gava ku dîtin Xweseriya Demokratîk li vê derê amade ye, ew jî nehat. Hatta kurtilxurekî Kurd jî vîze girtibû, bes nas kir ku Xweseriya Demokratîk li civîna Moskowayê amade dibe xwe jê kişand. Ji ber ku kesên ku kurtêlan didin wî jê re gotin, 'nabe tu biçe'.
Di rewşa heyî de Rûsya dixwaze mafê Kurdan qebûl bike?
Di projeya Destûra Bingehîn a amade kirine dibêje 'Otonomiya Çandî ya Kurdî'. Me jî got, ev tişt têrê nake. Me got, du tiştên baş hene ku bila navê komarê nebe Komara Erebî ya Sûrî be, Komara Sûrî be. Dibêje bila navê diyanetekê tenê di nav de tine be, ji ber ku pir diyanet e. Me got, ev xal erênî ne, lê gelek kêmasiyên wê hene. Yanî ev meseleya ku bes dibêjin otonomiya çandî ji bo gelê Kurd, ev têrê nake. Hata zagonên berî vê jî hîn pêşketîtir bû ji aliyê federalîzmê ve. Me ji wan re behsa zagona 1920'an kir, bê çawa wê çaxê federal, Sûriyeyeke federal datanînin. Me behs kir, ku zagona 1973'an ku çawa dibêje 'Komelên gelêrî di herêman de'. Me behs kir, me got 'Ê me projeya me heye. Projeya we têrê nake. Projeya Federalîzma Demokratîk a ku Xweseriya Demoratîk pêşkêş kiriye, ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê pêşkêş kiriye, em wê rast dibînin'. Helbet gotin, em ê bi hev du re di nava têkiliyê de bin. Gelek zanebûnê wan, hem ên dostên me yên Rûs jî xuya ye, hem jî kesên ku amade bûn zanebûnê wan di warê zagoniyê de kêm bû. Ji me xwestin ku em alîkariya wan bikin. Me jî got, em amade ne alîkariya we bikin di vî awayî de. Lê projeya me, ji ber ku em pir lêkolîn kiriye, em dibînin hem li gorî heqîqeta Sûriyeyê jî, piraniya wê pir milet in, pir ol û mezheb in. Û ya din jî ji bo bi rengekî demokratîk ku gel karibe xwe bi rê ve bibe û beşdarî desthilata navendî bibe. Encax ew projeya me pêk bê. Ev jî, bû weke sê salan li gorî van prensîban, em herêmeke zêdetirî ji serê sedî 20 ji herêma Sûriyeyê bi rê ve dibin. Niha li wê derê baş bi rê ve diçe. Hem aştî û aramî heye di nava hemû miletên Bakurê Sûriyeyê de, hem di nava hemû mezheban de. Ya din jî karîbû xwe biparêze li dijî çete û li dijî dijminan. Ji ber vê yekê, ku em dibe bibe nimûneyek baş ji bo hemû Sûriyeyê. Me ev yek dan wan û hemû beşên mûxalefetê. Me di ber projeya xwe de mudafa kir, ji ber ku em pê qanih in ev proje wê karibe Sûriyeyeke yekgirtî, jiyana bi hev re ya bi biratî a miletên Sûriyeyê bafirîne. Hem jî bi vê yekê re wê Sûriye weke cihekî bi rûmet di nava Rojhilata Navîn de be.