Pûtîn bi awayekî lez banga civînê li KENY kir

Piştî balafira şer a Rûs li sînorê Tirkiye-Sûriye ji aliyê dewleta Tirk ve hat xistin, Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn bi awayekî lez banga civînê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Piştî balafira şer a Rûs li sînorê Tirkiye-Sûriye ji aliyê dewleta Tirk ve hat xistin, Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn bi awayekî lez banga civînê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Balafira şer a F-16 a Rûsya ku li sînorê Tirkiye-Sûriye ji aliyê dewleta Tirk ve hat xistin û ji aliyê Serokkomariyê ve hat piştrastkirin aloziya di navbera Tirkiye û Rûsya de zêde kir.

Têkildarî balafira şer a Rûsya Su 24 ku Tirkiyeyê diyar kir, “bi îdîaya qada hewayî îxlal kiriye li gor rêzikên angajman balafir xistiye” Rûsya ket nav tevgerê.

Serokdewletê Rûsya Pûtîn banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsya ve hat dayîn hate gotin ku balafirê qet qada hewayî îxlal nekiriye û dikarin vê îspat bikin.