Protestoya li Qersê li rastî êrîşa polîsan hat
Protestoya li Qersê li rastî êrîşa polîsan hat
Protestoya li Qersê li rastî êrîşa polîsan hat
Li Qersê welatiyan kuştina 2 Kurdên ku li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bi girseyî protesto kirin, di dema protestoyan de polîsan mûdaxaleyê girseyê kir û di encama mûdaxeleyan de 3 polîs û 8 kes birîndar bûn. Ji aliyê polîsan ve 3 endamên saziyên sîvîl ên civakî hatin binçavkirin.
Li Bajarê Qersê bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Qersê û Komeleya Xwendekarên Welatparêz a Kafkasê (KA- YODER) bi hezaran welatî li hevkombûn û welatiyên bi navê Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr yên ku li navçeya Gevera Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bi daxûyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Di daxûyaniya ku li kolana Faîkbeyê ya navenda bajêr pêkhat de BDP, KA-YODER, HDP, ÎHD, KESK û bi hezaran welatî tevlî bûn. Girse li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Qersê li hev kombûn û heya qada daxûyanî da meşiyan. Di daxûyaniyê de panqarta "Rêheval Mehmet Reşît û Veysel nemirin" û "Ciwan li gel gelê Geverêye" hat hilgirtin. Daxûyaniyê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Qatîl polîs û hevkar AKP" û "Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan" hatin berzkirin.
Li ser navê girseyê Hevserokê BDP'ê yê Qersê Turgut Taşkiran daxûyanî da. Taşkirin diyar kir ku roja ku gelê Kurd hişmendiya hebûna xwe daniye holê her dem rastî hemû cur qetliyaman hatine. Taşkiran diyar kir ku gelê Kurd êdî ji şermezar kirina van polîtîkayên qetliyaman westiyanin û wiha got: "Em baş dizanin ev dewleta polîtîkayên faşîzan û îmhakirinê li hemberî gelê Kurd ranawestînin. 2 roj berê du welatiyên me yên Geverî mafê xweyê demokratîk bikar anîn û texrîbata goristanan bi daxûyaniya çapemeniyê protesto kirin lê bi guleyên polîsên hêzên taybet jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên bi navê Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr yên ku di bûyeran de jiyana xwe ji destdan ji aliyê medyayê ve wek terorist hatin bi nav kirin. Em medya ku ev qetliyama nedîtî hesiband û welatî wek terorîst dan nîşan dan şermezar dikin."
'BILA HINEK KES DÎROKA TÊKOŞÎNA VÎ GELÎ BAŞ BIXWÎNIN'
Taşkiran balkişand ser qetilkirina Kurdan û wiha got: "Terorên ku heq yên ku bêmerhemet 34 zarokên kurd qetilkirin û feraseta dewletê ya ku li Geverê di daxûyaniyê de gule berdan welatiyan. Kengî gelê Kurd destê aştiyê dirêj bike hinek derdor derdikevin û gule ber dide destê ku hatî dirêjkirin. Em dûbarekirina vî wêneyî herdem dibînin û dijîn lê dîsa jî em dest ji aştiya birûmet û têkoşînê, mafên demokratîk û daxwazan bernadin. Bila hinek kes dîroka têkoşîna vî gelî baş bixwînin ji ber ku dîroka vî gelê mazlum ji xwîna zarokên vê gelî pêktê bi ruh û xwîna xwe dîrok nivisandine. Kesên ku îro çavê xwe nagre û gule berdidin zarokên vî gelî û bombebaran dike dê rojek hesabê vê yekê giran bidin. Em qetliyama ku li Geverê pêk hat şermezar dikin."
3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Piştî daxûyaniyê girseya ku berbi navenda BDP'ê dimeşiyan ji aliyên polîsan ve rastî mûdaxeleya bombê gazê û ava şîd hat. Li hemberî mûdaxeleyan girseyê bi şîşeyên sodayê û keviran bersivda. Di şer û pevçûnan de nûçegihanê dildar ê DÎHA'yê Tumen Anli dema ku nûçê dişopand birîndar bû. Di mûdaxaleyan de 4 welatijî birîndar bûn. Welatiyên ku hatin birîndarkirin rewşa wan başin.
Di bûyeran de Midûrê Midûriyeta Polîsan yê Qersê û 2 polîs jî birîndar bûn.
Welatiyên ku hatin binçavkirin jî birin Midûriyeta Polîsan ya Qersê. Şer û pevçûn bi vekişandina polîsan bidawî bû.