Polîtîkayên AKP'ê yên li Rojhilata Navîn têk çûn

Serokên sendîkayan nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan dan û diyar kirin, li dijî van kiryarên faşîzan wê bi gelê Kurd re têbikoşin.

Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û Serokê Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz diyar kirin, desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î darbeya siyasî ye.

Bozgeyîk diyar kir, pêvajoya heyî ya siyasî pêvajoya desteserkirinê ye û got, "Bi navê kESK'ê em dixwazin bêjin; em ti carî tayînkirina qeyûman li şaredariyên her sê bajarên mezin qebûl nakin. Divê ev yek weke darbeyeke sivîl li dijî îradeya gel bê dîtin. Hevşaredarên ku bi rêjeya 60 û 70 ji sedî yê dengan bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin, dûrxistina wan ji wezîfeyê bêyî biryareke dadgehê, bêyî lêpirsîn û lêkolînekê pêkanîneke antî demokratîk e. Ev yek tê wateya desteserikrina îradeya gel."

Bozgeyîk gefa li dijî hêzên mûxalîf û siyasetmedarên demokratîk weke hewldana ji bo jinûve avakirina rejîma zordar otorîter pênase kir û anî ziman ku du sedemên vê yekê hene. Bozgeyîk got, "Polîtîkayên Osmaniya Nû yên AKP'ê, polîtîkayên wan ên li Sûriyeyê bi temamî têk çûn. Bi taybetî dema ku mirov di çarçoveya pêvajoya herêma ewle û rewşa Îdlibê de dinirxînin, hingî dibînin ku Tirkiye li Rojhilata Navîn tengav bûye. Yên ku li derve di polîtîkaya navneteweyî de tengav dibin dikevin nava krîzeke siyasî û aborî û nikare birêve bibe. Lewma hîn bêhtir bi ser Kurdan, mûxalefeta civakî de diçe, hewl dide HDP'ê marjînal bike, bêqîmet bike, hevşaredaran bêqîmet bke. Divê wezîfeya hevşaredaran tavilê ji wan re bên pêşkêşkirin û hurmet ji îradeya gel bê nîşandan."

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Bozgeyîk destnîşan kir ku wê helwesta xwe ya alîgiriya demokrasî û aştiyê ji niha û pê ve jî bidomînin û wê bi hevşaredaran û siyasetmedarên li Amedê re bin.

Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaz jî tayînkirina qeyûman li şûna hevşaredaran weke darbeyek li dijî îradeya gel pênase kir û got, "Şaredar bi rengekî demokratîk tevlî hilbijartin bûbûn." Koramaz bi bîr xist, hevşardarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin bê şik û guman tevlî hilbijartinê bûn, lewma dûrxistina ji wezîfeyê piştî çar mehan êrîşek li dijî demokrasiyê ye.

Koramaz destnîşan kir ku ew li dijî kiryarên faşîzan ên li Amed, Mêrdîn û Wanê ne û got, "Em vê nêzîkatiya faşîst şermezar dikin. Em piştevaniya têkoşîna gelên Amed, Wan û Mêrdînê dikin ku li hevşaredarên xwe dibin xwedî."

Koramaz destnîşan kir ku paşeroja Tirkiyeyê bi rejîma zordar nabe, bi sîstemeke demokratîk dibe û got, "TMMOB û hemû pêkhateyên demokratîk divê li dijî vê rewşa faşîzan têbikoşin. Em ê piştevaniya xwe ya di vê mijarê de bi hevşaredarên Amedê û gelê Amedê re jî parve bikin."